Peyama Pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh
Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesih (Silavên Xwedê lê bê), xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî sercem xuşk û birayên delalên Mesîhî yên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşiyê ji bo wan dixwazim.
Bi vê yekê, tekez li ser girîngiya pêkve jiyana birayane û hevdû têgihiştina olî li Iraqa Federal dikim û daxwaz ji Hikûmeta nû dikim ku parastina cihên oliyan û xuşk û birayên Mesîhî ku hemwelatiyê resenê welatê Iraqin bixe ewlewiyata karê xwe.
Dûpat jî dikim ku herdem bergiriyê li mafên wan dikîn û dergehê Kurdistanê jî ji bo wan hemwelatiyên mesîhiyan vekiriye ku ji bo parastina jiyana xwe serî li Herêmê didin.
Li gel rêz û evînên min
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/12/2010