Di festîvala gêncên salê de xelat hatin pêşkêşkirin
Di festîvalê de ku, gelek berpirsên hikûmî û hizbî, nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê, nûnerên rêxistinên yekêtiyên gêncan û xwendekaran û nûnerê wezareta rewşenbîrî û gêncan amade bûn, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê gotareke pêşkeş kir.
di gotara xwe serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
- Sazdana festîvalên bi vî awayî ji bo xelatkirina gêncên behremendên welatê me bila bibe adat.
- Festîvalên bi vî awayî nîşana wê yekê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke zêde bi kategoriya gêncan dide.
- Cîyê dil xweşiyê ye ku ew îstastîkên li ber destê me new ê yekê diyar dikin ku rêjeyeke mezin ya hevwelatiyên welatê me gênc in û ev yek jî sermayeyekî pir buha ye.
- Ez hêvîdar im ku hikûmet bi awayekî berfirehtir miamileyê bi gêncan re bike, bi taybetî di warê xandin û peydakirina derfetên karî bo gêncan.
- Nifşê berî nuha qonaxeke gelek dijwar a şoreş û xebatê derbas kir û gelek fedekarî kir. li ser gêncên îro jî pêwîste wan destkeftiyên bi dest ve hatine biparêz in, çimkî parastina destkeftiyan ji wê xebata xurtên welatê me di dema borî de kiriye nekêmtir e.
- Wezîfeya gêncan her bi tenê ne ewe pisiyar bikin ka hikûmeta herêma Kurdistanê çi ji bo wan kiriye û dê çi jê re bike, lê divê ew ji xwe bipirsên ka dê wan çi ji welatê xwe re kiriye û dê çewa xizmeta welatê xwe bike.
Di festîvala gêncê salê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê 9 gêncên Kurdistanê ku, di warên cuda cuda de afirandin kirine, weke gêncên salê xelat kirin.