Serokê Iraqê li Stenbolê dîdarek bi Ehmed Turk re sazkir
Li angora evê nûçeya siteya ExbarulAlem ev dîdara han doh li Istanbulê, li hotela Çiraxan hatiye sazdan û cihgira serokê evê partîyê Aysel Tugluk jî lê amade bûye.
Di bêjedaneka xwe ya rojnamevanî de jî Ehmed Turk di bareya evê dîdarê de got, ku serokê Iraqê di biwarê prosesa aştîyê ya rojhilata navîn de xwedî rolek mezin e û dixwaze, ku pirsa kurd li Turkiye aştîyane bihê çareserkirin.
Ehmed Turk got: serokê Iraqê Celal Talebanî siyasetmedarekî jêhatî û bi ezmon e. Ew ji mêj ve (ji zû ve) dixwaze pirsa kurd li Turkiye bihê çareserkirin û herdem xweztiye, ku rêyek di evê bareyê de vebibe.
Partîya DTK jî pêşinyar kirbû, ku rêvebirîyeka navxweyî (otonom) ji kurdan re li Turkiye çê bibe û di evê bareyê de pirs ji Ehmed Turk hat kirin, ka nerîna Celal Talebanî di bareya çêbûna evê rêvebirîyê de çi ye.
Ehmed Turk jî bersiv da û got: kes nikare pêşinyara hebûna rêvebirîyeka navxweyî (otonom) qebûl neke, ji ber ku dê ev rêvebirîya han di ayinde (paşerojê) de, ji Turkiye re mizgînîya demokrasîyê be. PNA