Li Sûriyeyê 2 leşkerên kurd jiyana xwe ji destdan
Hate zanîn ku leşkerê bi nave Yusif Ferhan Qasim ku ji bajarokê Dirbesiyêye û leşkerê bi nave Osman Xelîl Elî ku ji devara Kobaniyê ye, di heyama yek hefteyê de bi awayeke biguman hatine kuştin û cihê mermiyan bi laşê wan ve diyare, lê sedema kuştina wan nayê zanîn.
Hêjayê gotinêye ku di heyama sala 2010’an de 10 leşkerên kurd, di nava artêşa Sûriyeyê de bi awayeke biguman jiyana xwe ji destdane û ta niha jî ti lêkolîn derbarê wan bûyerên nediyar de nehatine kirin. PUKmedia