• Friday, 29 November 2024
logo

Li Sûriyeyê 2 leşkerên kurd jiyana xwe ji destdan

Gulan Media December 24, 2010 Nûçe
Li Sûriyeyê 2 leşkerên kurd jiyana xwe ji destdan
Li gorî belavok û daxuyaniyên rêkxistinên mafên mirovan yên rojavayê Kurdistanê, di heyama hefteyekê de, 2 leşkerên Sûrî yên bi regez kurd jiyana xwe ji dest dan.

Hate zanîn ku leşkerê bi nave Yusif Ferhan Qasim ku ji bajarokê Dirbesiyêye û leşkerê bi nave Osman Xelîl Elî ku ji devara Kobaniyê ye, di heyama yek hefteyê de bi awayeke biguman hatine kuştin û cihê mermiyan bi laşê wan ve diyare, lê sedema kuştina wan nayê zanîn.

Hêjayê gotinêye ku di heyama sala 2010’an de 10 leşkerên kurd, di nava artêşa Sûriyeyê de bi awayeke biguman jiyana xwe ji destdane û ta niha jî ti lêkolîn derbarê wan bûyerên nediyar de nehatine kirin. PUKmedia
Top