BDP’ê projeya xwe ya Xweseriya Demokratîk pêşkêşê Şahîn kir
Ji ber nîqaşên derbarê ‘daxwaza du zimanan’ derketibûn, Hevserokê BDP’ê Selhedîn Demirtaş li Meclîsa Tirk bi Serokê Meclîsê Mehmet Alî Şahîn re hevdîtin pêk anî. Demirtaş piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ji ber ku ew hizîrîne ku ev nîqaşên van rojên dawî wê bibin sedemê şaş famkirinê, wê wek serokatiya Meclîsê, hemû parlemento bibe alîgir, wana hevdîtin bi Şahîn re pêk aniye.
Demirtaş diyar kir wana di hevdîtinê de nêrînên xwe yên derbarê mijarê de gotine û ragihand ku nîqaşên bi riya çapemeniyê şaşin. Demirtaş diyar kir ku wana destnîşan kiriye, ku ew dikarin hemû pirsgirêkan li rûyê hev de bi diyalogan çareser bikin û got; “Cihê çareserkirina hemû pirsgirêkan meclîs e.”
Demirtaş diyar kir ku Şahîn jî bal kişandiye li ser role meclîsê yê ji bo çareseriyê û wiha domand; “Me jî da diyarkirin ku rolê siyasetê bê xurtkirin û ji bilî nîqaşên tundî û nijadperest, divê pêşî li lêkolînên partiyên siyasî yên ji bo çareseriyê neyên girtin. Me da diyarkirin ku ger di demek ku hêviya çareseriyê û lêkolînên ji bo aşitiyê xurt bûne de, wê bihêzkirina siyaseta demokratîk pir baş be. Me ji serokê Meclîsê re got, ger we tiştek derbarê partiyên siyasî, bi taybet partiya me de xelet fêm kiribe, em li rûyê hev de biaxivin û me got em dikarin ji re vebêjin.”
Demirtaş diyar kir ku wan broşora ji bo Projeya Xweseriya Demokratîk amade kir, pêşkêşê Şahîn kiriye û wiha got;
“Wî jî ji me re got ku Serokê Meclîsê ne alîgirê siyasî ye, muxatabên nîqaşan partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û çapebemeniye. Me jî da diyarkirin ku daxuyaniyên artêşê, yên Serokê Meclîsê ku partiyên siyasî dikin hedef wê ziyanê bidin siyasetê. Nêzîkatiya serokêmeclîsê jî erênî û pozîtîf bûn. Hêvîdarim ku wê ev hevdîtin ji bo pêvajoya dahotayê baş be.
Demîrtaş, danî ziman ku daxwaza wan a li meclîsê "bila duzimanî be" tuneye û wiha got: "Tu daxwaza me ya em li meclîsê bi kurdî biaxivin tune. Tu halandayina me jî tune. Têkildarî kurdî pirsgirêk heye. Ji bo em balê bikşînin ser vê pirsgirêka ziman hevalên me li her derê qada jiyanê bi kurdî diaxivin. Raste tirkî zimanê fermî ye. Lê divê zimanên din jî azad bên axaftin. Divê hemû zimanên din jî bibin zimanê perwerdehiyê û çapemeniyê." Demîrtaş, bal kişand ser projeya Xweseriya Demokratîk jî û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Ev modela rêvebeiya herêmî ye. Ev berçeyek bernameya me ye. Ev perçeyekî niqaşa KCD'ê ye. Gelek niqaş li ser hatin kirin. Ev daxwaza me ye. Em di vê daxwaza xwe de israr dikin. Em dixwazin li herêmê xwe bi rêve bibin. Tirkiye welatekî mezin e û ne pêkan e ku ji navendê e bê birêvebirin. Ne pêwiste ji bo çareseriya Xweseriya Demokratîk li cihên din lêgerîn bê kirin. Li Tirkiyeyê gelê kurd heye û zimanê wî jî heye. Divê her kes wisa zanibe be. Ger ku çareserî pêk bê divê li ser bingehê aştî û azadiyê pêk bê. Em geşedanan ji nêz ve dişopînin. Diştên ku pêwist be em dersê jê derxin em li ber çavan digirin. Ev daxuyaniyên gefxwarinê ne rast in. Em van daxuyaniyan demokratîk nabînin. Em van daxuyaniyan wekî rêlipêşigirtina çareseriyê dibînin."
Demîrtaş, bal kişand ser nêzîkatiya li meclîsê li dijî axaftina kurdî û wiha pêde çû: "Parlementer dema ku li ser hin mijaran pirsgirêkan bînin ziman dikarin bi rêbazên cuda îfade bikin. Lê li meclîsê bêjeyek axaftina bi kurdî tofanê radike û dibe qirîz. Gelo çima hûn li hemberî axaftina kurdî bêtehalumul in. Mixabin li hemberî hin kesên li kursiyê serxweş diaxivin û devê xwe xera dikin kes tiştekî nabêje. Lê dema em bi kurdî diaxivin tofan radibe." ANF