• Friday, 29 November 2024
logo

23ê hezîranê wek Roja Jinebiyan hat ragihandin

Gulan Media December 22, 2010 Nûçe
23ê hezîranê wek Roja Jinebiyan hat ragihandin
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi armanca balkişandina arîşeyên ku rûbirûyê bi mîlyonan jinebiyên dinyayê dibin, roja 23ê hezîranê wek “Roja Cîhanî ya Jinebiyan“ îlan kir.

Li gor nûçeya euronewsê, di rûniştina duhî ya ku tê reşnivîsa vê biryarê hate nîqaşkirin de, Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz ji endamên NY û civaka sivîl kir ku ji sala 2011ê ve roja 23ê hezîranê wek “Roja Cîhanî ya Jinebiyan”bê îlankirin.

Reşnivîsa vê biryarê piştî rapora dewleta Gabonê ya li jinebiyan hatibû amadekirin ku tê de amaje bi wê çendê tê kirin ku nêzîkî 60 mîlyon jinebî di şert û mercên gelekî xirap de dijîn.

Birêveberê kampanyaya îlankirina Roja Cîhanî ya Jinebiyan jina Serokdewletê Gabonê Sylvia Bongo gotibû, “Li seranserê dinyayê gelek jinebî hene lê nikarin dengê xwe bigihînin cihê têkildar û daxwaz û arîşeyên xwe bêjin”

(AKnews)
Top