Ehmedî Nejad îro seredana Tirkiyê dike
Wê Ehmedînijad ku ji bo beşdarî ECO bibe, di serdana 2 rojan de bi rayedarên payebilind yên Tirkiye û serokên welatên berşdarvan re hevdîtin pêk bîne.
ECO, sala 1985 ji bo pêşxistina peywendiyên çandî, aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye, Îran û Pakîstanê de hat avakirin. Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetê, welatên din ên Tirk jî beşdar bûn. Niha 10 endamên ECO hene. Endamên ECO ev in: Tirkiye, Pakîstan, Îran, Azerbeycan, Efxanîstan, Qezekîstan, Qirgizistan, Tirkmenîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan. (ANF)