Navên wezîrên hikûmeta Nû ya Iraqê aşkere bûn
Di rûniştina duh ya Parlamentoya Iraqê de, lîsteya navê 29 wezîran 3 cîgirê el-Malikî hat pesendkirin. Hikûmeta nû ji 42 wezîr û 3 cîgirê serokwezîrê Iraqê pêk tê û heta niha navê 29 wezîran hatiye aşkerekirin.
El-Malîkî di rûniştina duh de ragihand ku ji ber ku hêj pêdaçûn di namzedên wan de nehatiye kirin, çend wezaret dê ji aliyê wezîrên din ve bi wekalet bên birêvebirin.
El-Malikî bi xwe wê ligel serokwezîriyê bi wekalet, wezaretên bergirî, navxwe û ewlekariya niştîmanî bi rê ve bibe.
Parlamentoya Iraqê her weha bawerî da 3 cîgirê Nurî el-Malikî. Yek ji wana Roj Nurî Şaweys e ku di heman demê de Wezîrê Bazirganiyê yê bi wekalet e. Yê din Husên Şehristanî ye ku dê bi wekalet wezareta elektîrîkê jî bi rê ve bibe. Yê din jî Salih Mutleq e.
Wezîrên nû yên kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê ev in;
Hoşyar Zêbarî-Wezîrê Derv
Hadî Amirî-Wezîrê Guhastinê
Elî Edîb-Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
Mihemed Timîm- Wezîrê Perwerde
Rafîh Îsawî- Wezîrê Darayî
Ebdulkerîm Lihêbî-Wezîrê Petrolê
Necîb Hemed- Wezîrê Tenduristiyê
Ehmed Nasir- Wezîrê Pîşesaziyê
Îzedîn Dewlo- Wezîrê Çandiniyê
Muhened Selman- Wezîrê Jêderên Avê
Mihemed Sacib- Wezîrê Niştecihkirin û Wezîrê Şaredariyê yê bi wekalet
Casim Mihemed- Wezîrê Spor û Ciwanan
Hesen Şimerî- Wezîrê Dadê
Mihemed Tofîq- Wezîrê Gihandinê
Ebdulkerîm Samerayî- Wezîrê Zanist û Teknolojiyê
Nesar Rubeyî- Wezîrê Kar û Wezîrê Plandanînê yê bi wekalat
Sadûn Dilêmî- Wezîrê Çandê
Selah Yasîn- Wezîrê Dewletê
Ziya Esedî- Wezîrê Dewletê
Turhan Muzhîr- Wezîrê Dewletê yê bo karûbarê parêzgehan
Sefaedîn Safî- Wezîrê Dewletê yê bo karûbarê parlamentoyê
Elî Secrî- Wezîrê Dewletê yê bo karûbarê derve
Hesen Sarî- Wezîrê Dewletê
Lîwa Ebid-Wezîrê Geştûguzariyê(Tûrîzm)
Buşra Husên-Wezîrê Dewletê
Sercon Silêwe-Wezîrê Jîngehê