• Friday, 29 November 2024
logo

Her 19 mercên Kurdan hatin îmze kirin

Gulan Media December 21, 2010 Nûçe
Her 19 mercên Kurdan hatin îmze kirin
Xalid Şiwanî Endamê fraksiyona Hevpeymanî ya Kurdistanî ragihandin ku îro danê sibê di civîneke parlamentoya Iraqê de, di navbera îtîlafa Niştimanî û îtîlafa Hevpeymaniya Kurdistanî de her 19 şertên Kurdan hatin îmze kirin, da ku ew maddene biçine parlamentoya Iraqê û li ser dengdan bê kirin.

Şiwanî ji PUKmedia’yê re xuyakir, Piştî diyarkirina wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê dê di civîneke parlamentoya Iraqê de li ser wan maddeyane nîqaş û dengdan bên kirin.

Her wiha Endamê fraksiyona Hevpeymanî ya Kurdistanî Xalid Şiwanî da zanîn jî ku pêwîst e heta 25’ê vê mehê hikûmet bê avakirin.
Top