• Friday, 29 November 2024
logo

Perlemana Îranê biryara birîna peywendiyên bi birêtanya re da

Gulan Media December 21, 2010 Nûçe
Perlemana Îranê biryara birîna peywendiyên bi birêtanya re da
Komîteya siyaseta derve ya Perlemana Îranê biryar da, ku Îran hemû peywendiyên xwe yên bi Brîtaniya re birawestîne.

Serokê komara Îranê Mehmûd Ehmedî Nijad duh daxwaz kir, ku Îran peywendiyên xwe yên bi welatên rojavayî re ber bi pêş ve bibe, belê li hember vê daxwaza Ehmedî Nijad, komîteya siyaseta derve ya Perlemana Îranê biryar da, ku Îran hemû peywendiyên xwe yên bi Brîtaniya re rawestîne.

Muhemmed Keremîzad Endamê komîteya siyaseta derve ya Perlemana Îranê, di vê bareyê de ragihand, ku berî niha çend endamên Perlemana Îranê daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya parliyamentê kirbûn û tê de dawaz kirbûn, ku hukûmeta Îranê peywendiyên xwe yên bi Brîtaniya re kêm bike, belê di vê dawiyê de parliyamentê biryar da, ku hemû peywendiyên navbera Îranê û Brîtaniya bihên rawestandin.

Muhemmed Keremîzad weha jî got, ku gerek hukûmeta Îranê vê biryarê pêk bihîne û hemû peywendiyên xwe yên bi Brîtaniya re birawestîne. PNA
Top