• Friday, 29 November 2024
logo

Beşê zimanê Erebî yê Malpera Gulan-Media hat vekirin

Gulan Media December 20, 2010 Nûçe
Beşê zimanê Erebî yê Malpera Gulan-Media hat vekirin
Paş vekirina beşê Kurmancî di malpera Gulan-Media de, îro beşê zimanê Erebî jî hat vekirin, û wê bi wî zimanî jî Nûçe, Gotar, Nêrîn, Hizir û bebatên din yên cuda cuda li rex zimanê Kurdî bi herdu diyaliktên Kurmancî û soranî were belavkirin.

Di beşê zimanê Erebî de, wê giringî pirtir bi ew rapor û dîmaneyên kovara Gulan amade dike were dan û ji zimanê kurdî wergerînin zimanê erebî, ev jî ji ber giringiya wan babetan û gehandina hizir û boçûna kurd bo erebî xwînerên cîhanê.

Piroja fereh kirina Malpera Gulan-Media hê jî berdewam e, û di demek nêz de wê hewil bo vekirina beşê zimanê Engilsh û Pars jî bê dan.
Top