• Friday, 29 November 2024
logo

Li Farqînê di nava meşê de teqîn û birîndar

Gulan Media December 20, 2010 Nûçe
Li Farqînê di nava meşê de teqîn û birîndar
Li Diyarbekirê navçeya Farqînê, bo protestokirina 10emîn salvegera komkujiya girtîxaneyan a 19ê kanûnê, duhî meşek hat lidarxistin û di nava girseya xwepêşanderan de teqîn ruda û 6 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANFê, teqîn nêzîkî Birêveberiya Ewlehiya Farqînê rûda û di teqînê de Rozerîn Gulçek, Ayten Kirtay, Sebahat Guzel û Neriman, Aykut û Evin Okşaman birîndar bûn.

Abdullah Eflatun Serokê BDPê a Farqînê derbarî bûyerê de civîneke çapemeniyê lidarxist û got, êriş ji hêla dewlet û hêzên ewlehî yên polîsan ve hatiye kirin.

Ajansa nûçeyan CHAê jî ji aliyê xwe ve got ku, bombe di destê xwepêşander Ayten Kirtay de teqiye û ji destên xwe giran birîndar bûye.
Top