Li Farqînê di nava meşê de teqîn û birîndar
Li gorî nûçeya ANFê, teqîn nêzîkî Birêveberiya Ewlehiya Farqînê rûda û di teqînê de Rozerîn Gulçek, Ayten Kirtay, Sebahat Guzel û Neriman, Aykut û Evin Okşaman birîndar bûn.
Abdullah Eflatun Serokê BDPê a Farqînê derbarî bûyerê de civîneke çapemeniyê lidarxist û got, êriş ji hêla dewlet û hêzên ewlehî yên polîsan ve hatiye kirin.
Ajansa nûçeyan CHAê jî ji aliyê xwe ve got ku, bombe di destê xwepêşander Ayten Kirtay de teqiye û ji destên xwe giran birîndar bûye.