• Friday, 29 November 2024
logo

Serok komar pêşwazî li balyozê Turkiya li Iraqê kir

Gulan Media December 19, 2010 Nûçe
Serok komar pêşwazî li balyozê Turkiya li Iraqê kir
Celal Talebanî Serokê Iraqa federal, pêşwazî li Murad Ozçelik balyozê welatê Turkiya yê li Iraqê û şanda pê re kir û di dîdarekê de, basa peywendiyên navbera Iraq û Turkiyê û xurtkirina van peywendiyan hat kirin.

Li gor ragehana serokatiya komara Iraqê, dîdara ku duhî hêvarê di navbera serokê Iraqê û Balyozê Turkiya yê li Iraqê de çê bû ye, bas li çend pirsên giring hatiye kirin.

Ragehanê basa wan pirsên giring nekir û tenê da nîşankirin, ku wan basa peywendiyên siyasî û aborî yên navbera Iraq û Turkiyê kirin e û daxwaz kirin e, ku hevkarî di navbera herdu dewletan de hebe.

Celal Talebanî Serokê Iraqê got ku ew dê peywendiyên xwe yên stiratejîk bi Turkiyê re bihêztir bikin, herweha got hevkariya navbera Iraq û Turkiyê di berjewendiya deverê de be.

Murad Ozçelik Balyozê Turkiya li Iraqê jî ji aliyê xwe ve got ku ew ê rûberê peywendî, alîkarî, dostanî û hevkariya xwe bi Iraqê re ferehtir bikin û wê kar û barên di berjewendiya hevbeş a herdu welatên cîran de bikin.
Top