• Friday, 29 November 2024
logo

Xwekujê Stokholmê kî bû?

Gulan Media December 19, 2010 Nûçe
Xwekujê Stokholmê kî bû?
Bi 100an welatiyên sivîl li welatê Swêdê wê hatibana kuştin û birîndar kirin di operasiyona xwekujî ya ku Teymûr Ebidul Wehab xwestî di qadek bazirganî û geştûgozarî de encam bide, lê encam berûvajî xwesteka kujerî bû, û tenê ew hat kuştin.

Bi tenê Teymûr di xwekujiya xwe de hat kuştin, ji ber ku yek ji şeş botilên gazê yên di tirombêla wî de, berî dema ku wî dixwest, peqî û ew neçar bû tirombêla xwe rawestîne û bilez ji wir birev e, lê carek din ji ber şaşiyek di amadekirinê de, yek ji şeş bombeyên ku bi leşê xwe ve girêdabû peqî û di cih de bi xwîngevizî û 250 metroyan ji tirombêla xwe dor ket û serî ranekir.

Li gor vekolînên destpêkî yên polîsê Siwêdî, Teymû Ebidul Wehab yê ku soz dabû mala xwe roja yekşemê (12/12/2010ê) ahenga 29 saliya jidayik bûna xwe sazbike, pilan dana ku tirombêla xwe ya dagirtî ji botilên gazê û çentên tijî mêxên curbicur, bibe nav cergê paytexta Swêdê û bipeqîne.

Cihê ku Teymûr kirî armanca xwe qada “Hotiryat” bû ku cihekê bazirganî û geştûgozarî hertim qerebalixe, bi taybet di ev demên salê de ku demê kirîna diyarî û pêdiviyên sersala nû ye, qada Hotiryat mezintirîn Sînema Paytextê û Konsêrt Hol cihê belavkirina diyariyên Nobelê jî bi xwe ve digre.

Bavê Teymûr (Tamêr Ebidul Wehab) tev jina xwe (Emîre) a bi regez Urdinî û 2 keçên xwe (Tamara 17 salî û Tara 15 salî) li bajarê Tiratas'ê 250 km dorî Stokholmê dijîn,
Teymûrê xwekuj, cara yekê sala 1992ê tev mala xwe çûye Swêdê 8 sal in li bajaroka Liyotin'ê 51 km dorî Londona paytexta Brîtaniya dijî, bavê du keç ( Emîre 4 salî û Aya 2 salî) û kurekî (Osama 4 mehî) ye, derçûyê sala 2004ê zanîngeha Bidfordşayer ya Birêtanî beşê çareseriya siruştî ye, ev sê hefte ne ji Birêtaniya hatiye Swêdê.

Tê gotin ku Teymûr kesekê pir moderin û siport bû, wî hevalên keç (girlfriends) jî hebûn, di heyamê xwendina xwe ya li bajarê Liyotin'ê ew tev hevalên xwe fêrî çûna mizgeftê bû û her çû ew pirtir bi wê mizgefê ve hat girêdan ya ku tê gotin heman mizgeft e ya ku Tundrewê navdar (Ebo Hemze Misrî) têde Imam bû.

Li gor ew moreyên li ser pasportê, Teymor di buhara vê salê de seredana welatê Urdinê kiribû û ji wî welatî çûbû Iraqê jî û piştre her di Urdinê re vegerîbû Birêtaniya bajarê Liyotin, û berî sê mehan jin û zarokên xwe hîştibûn û hatibû welatê Siwêdê û di vê hatinê de kalekê Iraqî ku dostê mala wî ye jî bi wî re bû, û her ev kal û Teymûr û bavê Teymûr jî, li roja Înê Têşta sibê bi hev re xwerin.

Piştî wê têştê Teymûr çû Erzantirîn tirombêl (Odî sipî) bi 10 hezar kiron (nêzî 1450$) kirî, ev jî berî rojekê ji encamdana hêrişa serneketî.

Giringtirîn Tiştê li ser lapera wî ya Facebookê:
Piştî ku Polîsan navê Teymûrê xwekuj belavkirin, dezgehên ragehandinê hewil dan zanibin, ka wî ropelek taybet li ser Facebookê heye, û ji ropela wî 9 wêne û hinek zanyariyên giring derbarê wî derxistin, berî ku berpirsên Facebookê malpera wî bigrin.

Ji ew zanyariyên ku li ser ropela wî ya bi navê (Teymûr Elebdelî) li ser Facebookê, Xwekujî dixwest carek din bizewice, û axaftinên ji hizrên reş û tarî li dijî Mesîhî û Cihoyan herweha li dijî welatê Swêdê bi gel û hikûmet ve hebûn. Hinek zanyariyên taybet bi kesatiya xwe jî belav kiribûn, weko; “ez misliman im û ser bilind im, giraniya min 93kg, evîndarê roja rabûnê (qiyametê) me.” herweha vîdyoyek pir pîs û dûr ji mirovatiyê jî têde bû bi navê (şehîd e`zem) mezintirîn şehîd.

Di wê vîdyoyê de çekdarekê şîşanî yê birîndar û dixwînê de gevizî li ber mirinê diyardibe, û hevalên wî li hindavê serê wî ne û dibêjinê; “tu dimirî, tu ji buheştê nêzîk dibî, tu şehîdî, tu dê weko şehîd bimrî, kêfxweş be….” û vîdiyo bi kirêt tirîn beş bi dawî dibe demê ku birîndar canê xwe ji dest dide û hevalên wî dikenin û kêfxweşdibin ku ew giheşte buheştê.

Di ropela wî ya taybet li ser facebookê Teymûrê xwekuj herweha belavdike ku ew li buharê ne ji bo kar û pera çûbû welatên erebî, belku ew ji bo cîhadê çûbû.

Xwekujî di nivîsînek din de li ser ropela xwe daxwez ji jina xwe kiriye ku hersê zarokan ji ber wî ve maçke û piştî kêmtir ji 2 seatan ji wê nivîsînê ya ku li roja şemiyê piştî nîvro nivîsandî, Teymor rast tekez kir ku ew ji zarokên xwe hez dike û biryar da bi kuştina mirovên bê guneh xwetirê xwe bixwez e!!!!!.

Amade kirin: Kalo Kalo
Top