• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî teqîna terorîstiya bajarê Çarbehara Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir

Gulan Media December 17, 2010 Nûçe
Serok Barzanî teqîna terorîstiya bajarê Çarbehara Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê duhî di peyamekê de, teqîna terorîstiya bajarê Çarbehara Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir, ev deqa peyama serok Barzanî ye:

Bi mixabinî me nûçeya wê kiryara terorîstiyê bihîst ku roja çarşema 15/12/2010 li bajarê Çarbehara Komara Îslamiya Îranê beramber komek xelkê beşdarbûyiyê merasîma Aşura hate kirin û bi vê sedemê jî hejmarek hemwelatî şehîd û birîndar bûn.

Êm bi tundî şermezar û rîswakirina wê kiryara nemirovane dikîn, heman demî de hevxemiya xwe ji bo malbata kes û karê şehîd û birîndarên vê teqînê radigihînîn û pirse û serxweşiyê xwe li kesukarê şehîdan dikîn û ji yezdanê dilovan hêvîdikîn wan bi bihûşt şad bike û şîfa û selametiyê bi birîndaran bibexşê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistan

16/12/2010
Top