Usama Nucêfî desthilata xwe li dijî kurdan bikar tîne
Wê çavkaniyê da zanîn ku Nucefî di 20’ê meha borî de bi rêya telefonê bi serokeşîrê Ereban ê bi navê Ebdulrehman Munşîd Asî re basa hin kêşeyan kiriye û gotiye: “Di wê peywendiya telefonî de her du aliyan basa derxistina baregahên partiyên Kurdan ji bajarê Kerkûkê û dabeşkirina yeksaniya postên Kerkûkê kiriye. Usame Nûcêfî jî bo wan daxwziyan bersiva erênî daye û gotiye bo ku posta serokatiya civata Kerkûkê bikeve destê Ereban yan Tirkmenan ew ê hemû hewlên xwe bi kar bîne û bo ku prosesa serjimêriyê li Kerkûkê neyê pêkanîjn jî dê deshilata posta xwe jî bikar bîne.”
Wê çavkaniyê her wiha amaje bi wê çendê jî kir ku Usema Nûcefî di peywendiya digel serokeşîrên Ereban Ebdulrehman Munşîd de jî ragihandiye ku hemû aliyek hewl bo wê yekê bidin pirsa destgîrkirina kevnebesî, caş û musteşarên rejîma Bes yên Kurd bînin rojevê, daku Kurd bi arîşeyên navxweyî ve mijûl bibin û ji pirsên siyasî dûr bikevin. PUKmedia