Serok Barzanî bi helkefta hatina cejna rojiyê peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî Kurdên Êzdî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo hatina cejna rojiya xuşk û birayên Kurdên Êzdî, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdiyê Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.
Kurdên Êzdî beşekî girîngê gelê Kurdistanin û roleke berbiçav li tevgera rizgarîxwaziya gelê me da hebûye û bi vî navê jî qurbaniyeke mezin dane, ji bo wê yekê heqê wane îro her wekî hemû pêkhatên Kurdistanê şanaziyê bi van destkeftan ve bikin ku îro li sayeya xebata wan û pêkhatên dinê Kurdistanê ve hatine holê û soz jî bê ku herdem dakokîkareke bihêzê mafên oliyan bîn.
Dûbare pîroz bê ew cejna wan bi hêviya wê yekê hemû salek bi xêr û xweşî ji bo wan vegerê û Kurdistan jî herdem avadan be.
Her şad û serfiraz bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê