• Friday, 29 November 2024
logo

Civata Asayişa Navdewletî hemû siza ji ser Iraqê rakir

Gulan Media December 16, 2010 Nûçe
Civata Asayişa Navdewletî hemû siza ji ser Iraqê rakir
Civata asayişa navdewletî, hemû sizayên ser Iraqê rakir. Ew sizayên han jî, di serdema rejîma berê ya Seddam Huseyn de bi ser Iraqê de hatibûn sepandin.


Li angora nûçeyeka Reuters duh Civata asayişa navdewletî hemû sizayên navdewletîyên ser Iraqê rakir.

Di nav evan sizayan de, sizayê qedexekirina kirrîna çek hebû û li angora vê biryara Civata asayişê, dê dîsan Iraq bikaribe çekan bikire.

Li angora vî jêderî, dê ev biryara civata asayişa navdewletî , ji destpêka sala 2011ê ve bi cih bibe.
Civata asayişa navdewletî rê da Iraqê, ku ew beşdariyê di çalakiyên bernameya aştîxwazane ya biwarê atomî de jî bike. PNA
Top