• Friday, 29 November 2024
logo

Netanyahu: Daxwaza lêborînê jî nîne ziyanî jî nîne

Gulan Media December 14, 2010 Nûçe
Netanyahu: Daxwaza lêborînê jî nîne ziyanî jî nîne
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, nûçeya “Hikûmeta Îsraîlê dil heye ji ber oparasyona li ser keştiya Mavî Marmarayê, daxwaza lêborînê li Tirkiyeyê bike û lêqewmiyên operasyonê qerebû(ziyanî) bike” derewand.

Li gor medyaya Îsraîlê, Netanyahu di axavtina di civîna Grûba Partiya Lîkûdê de ragihand, hikûmeta wî dil nîne ji ber bûyera Mavî Marmarayê daxwaza lêborînê li Tirkiyeyê bike û xizmên kesên ku di bûyerê de hatibûn kuştin qerebû bike.

Netanyahu got, “Danûstandinên me yên digel Enqereyê dom dikin. Em hewl didin ku Tirkiye li dijî leşkerên me dawayeke yasayî tomar neke. Têkiliyên me yên digel Tirkiyeyê girîng in lê divê Tirkiye jî qebûl bike ku niyeta me ne xirap e û me parastina xwe ya rewa kiriye.”

Hefteya borî rojnameya Haaretzê ya îsraîlî di nûçeyeke xwe de gotibû,” Rawêjkarê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglu û nûnerê taybet ê Serokwezîrê Îsraîlê Yosef Ciechano, vê dawiyê çend civîn pêkanîne û li ser rêçareyekê li hev kirine.Îsraîl qebûl kiriye ku daxwaza lêborînê li Tirkiyeyê bike û zerer û ziyanên bûyera Mavî Marmarayê qerebû bike. Lê biryara dawîn dê ji aliyê Erdogan û Natenyahu ve bê dayîn.”

Keştiya bi navê Mavî Marmara ku dixwest alîkariya mirovî bigihîne Xezeyê, li 31ê gulana borî rastî êrîşa leşkerên Îsraîlê hat û di encamê de 9 welatiyên tirk canê xwe ji dest da. Piştî vê êrîşê têkiliyên di navbera herdu welatan de têk çûbûn.

(AKnews)
Top