• Friday, 29 November 2024
logo

Wikileaks: Îranê jin didan şêxên Îraqê ji bo zewaca demekî

Gulan Media December 14, 2010 Nûçe
Wikileaks: Îranê jin didan şêxên Îraqê ji bo zewaca demekî
Li gor belgeyeke Wikileaksê, hikûmeta Îranê bi aramanca ku desthilata xwe li ser Iraqê xurt bike, jin bo zewaca demkî (ya xweşiyê) didan şêxên êlên Iraqî, yên diçûn Îranê.

Di belgeyê de Şêxekî ji karmendê balyoza emerîkî re gotiye: îran bi armanca belavkirina desthilata xwe li ser Îraqê, di hemû seredanên me de jin bo zewaca kurtedemî didan me. Piştî seredana min ya yekê min nas kir ku hemû şêxên diçûn Îranê bi wan jinan re zewicîne.

Jêderê navborî herweha got: her ku em diçûn Îranê me ji derdora xwe re digot em diçin dermankirinê, lê sedema sereke bo zewaca xweşiyê bû a ku berpirsiyarên Îranî ji me re amade dikirin. (Avest)
Top