• Friday, 29 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Li angora me mafê çarenivîsê mafekê ssiruştî ye

Gulan Media December 14, 2010 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Li angora me mafê çarenivîsê mafekê ssiruştî ye
Cihgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku kurd jî wek hemû neteweyên dinên cîhanê ji mafê wî ye, ku daxwaza mafê çarenivîsîyê bike. Nêçîrvan Barzanî got, ku ji ber evê yekê gelek seyr e nerazîbûn çê bûye, ji ber ku serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza evî mafî ji kurd re kiriye.


Nêçîrvan Barzanî di dîdareka xwe ya rojnamevanî de doh da xuyakirin, ku ew evê hemû nerazîbûnê ji hemû evan alîyan seyr dibînin.

Nêçîrvan Barzanî got: ji mafê kurd e ku daxwaza mafê çarenivîsîyê bike. Ev daxwaza han di kongireya berî niha ya PDK jî de hat kirin. Ev daxwaza han ne daxwazeka nû ye. Ev mafekî suriştîyê kurd e û me piştî sala 2003 di Iraqa nû de biryar da, ku ev mafê han ji kurd re hebe û em dê her di nav Iraqê jî de bin.

Nêçîrvan Barzanî weha jî got: serkirdeyên kurd ev dirişmê han bilind kirine û me di nav parliyamenta herêma kurdistanê jî de daxwaz kir, ku ev mafê han di çarçêweyê Iraqê de ji kurd re hebe. Em niha jî rola kurd û bi taybetî rola serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ya di evê bareyê de dibînin.

Nêçîrvan Barzanî got: ez weha bawer dikim, ku kurd biryar daye mafê xwe yê çarenivîsîyê di çarçêweyê Iraqa yekparçe, federal û demokratîk de bi dest ve bihîne. Di nav evê kongireya 13 a PDK jî de, her alaya Iraqê li tenişta alaya herêma kurdistanê daçikandî bûye û sirûdê kurdî û sirûdê Iraqê bi hevdu re hatin pêşkêşkirin.

Nêçîrvan Baranî got: a giring jî ew e, ku heger serokê herêma kurdistanê bixwaze serxwebûna kurdistanê rabigihîne, ew dê bi aşkirayî û bê dudilî rabigihîne. Belê mebesta serokê herêma kurdistanê ew e, ku mafê çarenivîsîyê di çarçêweyê Iraqeka yekparçe, federal û demokrat de, mafekî suriştîyê kurd e.

Di bareya pêşinyarên serokê herêma kurdistanê de yên ji bo hukûmeta Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî got: dema ku gotinên serokê herêma kurdistanê ji kurdî dibin Erebî yan Englîzî, her alîyek bi şêweyekî cuda şirove dike. Ev kongireya PDK yekem kongireya piştî herrifîna rejîma berê ya Iraqê ye û ev dide xuyakirin, ku şêweyê xebata PDK jî hatiye guherandin.

Nêçîrvan Barzanî got: me berê bi nihênî û veşartî dirişm bilind dikirin û me şerrê çekdarî dikir. Belê niha û piştî evê kongireyê, dê guherîn çê bibin û dê PDK bibe partîyeka sivîl. Ez dubare dikim, ku gotarên serokê herêma kurdistanê ji alîyê hinek kesan ve bi şaşî dihên şirovekirin. Em dixwazin di çarçêweyê Iraqeka yekparçe, federal û demokratîk de xwedîyên mafê xwe yên çarenivîsîyê bin.

Di bareya serxwebûna kurd jî de Nêçîrvan Barzanî got: ez dubare dikim, ku ji mafê me ye em çarenivîsa xwe dîyar bikin. Heger em biryara serxwebûnê û cudabûna ji Iraqê jî bidin, em dê evê biryarê bi aşkirayî bidin û rabigihînin. Belê me ti biryarên weha nedaye. (PNA)
Top