Encamnameya 1. Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurd
Encamname li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn ji aliyê Organîzetora konferansê niviskar Mulkiye Birtane ve hate xwendin. Birtane diyar kir ku Konferansa Çand - Huner û Wêjeya Kurdî rojên 11-12'ê Kanûnê bi dirûşma ‘Ji bo pêşxistina çand neteweyî ya demokratîk yekîtiya neteweyî’ bi hevkariya Kongreya Civaka Demokratîk û Navendên Çandê yên Mezopotamyayê bi beşdariya 200 delegeyan li Amedê pêk hatiye.
KONFERANS, PARASTINA DESTKEFTÊN KURDISTANÊ WEKÎ ERKA NETEWEYÎ DIBÎNE'
Birtane, anî ziman ku di konferansê de mijarên wekî ‘Dîroka çanda Kurdan, rastiya wê ya civakî û çavkaniyên wê’, ‘Rewşa rojane ya çand, ziman û wêjeya Kurdan’, ‘Rewşa hunera Kurdan, pêşketina hunera civakî, exlaqî û rewşenbîriya civakî’, ‘Berpirsiyariya rewşenbîran a polîtîk û sincî’ hatin nîqaşkirin. Bîrtane, da zanîen ku piştî nîqaşên berfireh ên li ser van mijaran konferansa me gihîşt van biryaran.
* Di nîqaşan de erdnîgariya ku Kurd li serê dijîn, wekî navenda şoreşa neololîk û şaristaniyê hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku şoreşa çandiniyê (kiştûkal) bi pêşengiya jinê pêk hatiye û lewre jî rista jinê di afirandin û teşedana nasnameya Kurdî de diyarker e. Çand û nasnameya gelê Kurd jî di bin kartêkirina vê şaristaniya vê erdnîgariyê de teşe girtiye. Gelê Kurd ligel hemû êrîşên dagirkeran nasnameya xwe ya çandî, di nav mercên jiyaneke suriştî û azad de parastiye, bi pêş xistiye û heta roja îroyîn aniye.
* Delegasyona konferansê bal kişand ser vê yekê ku civaka Kurd civakeke rengîn e ku di nava xwe de bîr û baweriya cuda û zaravayên cuda dihewîn. Lewre jî divê li ser navê yekgirtina neteweyî "yekrengî" li ser civaka Kurd neyê ferzkirin. Her wiha hate gotin ku divê yekgirtina civaka Kurd a zimanî bi awayekî demokratîk û suriştî pêk were.
* Konferansa me gihîşt wê baweriyê ku di vê serdemê de dîrok, çand û kelepûra Kurdî ji her demê bêhtir di bin zordestiya siyasî ya serdestan de ye. Her wisa bi pêşketina çemka cîhangeriyê jiyana Kurdan a civakî û çanda Kurdî ya resen bi êrîşên nehênî ên gerdûnî re rû bi rû ye. Lewre jî divê rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê li hemberî van êrîşên herêmî û gerdûnî yên desthilatdaran ji parastin û pêşvebirina nirxên çandî û hunerî yên xwecihî hêza xwe bikin yek.
* Konferansa me piştgiriyê dide pêvayoya çareseriyê ya li 3 perçeyên Kurdisatn bu taybet li Bakur û di çareseriyê de rola Birêz Abdullah Ocalan ya siyasî ya ramangerî girîng dibîne û ji bo ku ew karibe rista xwe ya çareseriyê baştir bi cih bîne, bang li desthilatiya Tirkiyeyê dike mercên pêwîst pêk bîne. Konferansa me destfeftinên li başurê Kurdistanê jî kêfxweşî pêşwazî dike. Bi parastina wan wekî erka neteweyî dibîne.
* Delegasyona konferansê gihîşt wê biryarê ku ji bo azadiya gelê Kurd û hevgirtina çanda Kurdî pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Lewre jî em bang li partî û rêxistinên Kurd dikin ku rojekê berî roja din konferansa neteweyî pêk bînin û stratejiyeke neteweyî ya hevpar ji bo azadiya gelê Kurd diyar bikin.
* Konferansa me gihîşt wê biryarê ku saziyeke neteweyî ya çand-huner û wêjeyê ava bike, nûnerên wê ji zanyarên li seranserî Kurdistanê bên neqandin. Ev sazî li çand, ziman û kelepûra Kurdî xebatan bike. Bi vê mebestê malpereke pirzaravayî were sazkirin û akademîsyên karibin li ser mijarên diyarkirî lêkolîn û berhemên xwe biweşînin.
* Beşdarên konferansê xwest der barê warên cuda yên çand-huner û wêjeyê de konferansê serbixwe werin lidarxistin.
* Konferansa me bi yekdengî piştgiriyê dide Kampanya Zimanê Kurdî ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk li Bakur dest pê kiriye.
* Konferansê biryara avakirina komîteyeke demdemî ku karîgerbûna biryarên vê konferansê teqîb bike û cih û dema konferansa sala bê diyar bike. Her wiha biryar hate gotin ku ji niha pê ve bajarê ku konferans lê were pêkanîn, wekî "paytexta çanda Kurd" were ragihandin. Delegeyên konferansê pêşniyar kir ku konferansa sala bê li bajarê Hewlêrê pêk were.
* Beşdarên konferansê bang li hemû hunermend û nivîskarên dike ku heta konferansa sala bê, ji zaravayekî din ê Kurdî 50 peyvî hîn bibe û wan axaftina xwe ya rojane bi kar bîne.
* Beşdarên konferansa me ji amadekarên konferansê dixwaze ku gotarên vê konferansê wekî pirtûk çap bike.
* Zarok pêşeroja civakekê ne. Lewra jî konferansa me biryar girt ku derbarê zorakan de projeyek taybet amade bike.
(ANF)