Gotara Serok Barzanî li 13emîn Kongira PDK’ê
Cenabê Serok Komarê Iraqa Federal
Cenabê Serok Wezîrê Iraqa Federal
Cenabê Serokê Civata Nûnerên Iraqa Federal
Birêz Serok û Nûnerên partên hevpeyman û dostên li nav û derve
Wezîr û Parlementerên birêz
Balyoz û Konsolên birêz
Mêvanên birêz
Bi navê hemû hevalên xwe, endamên kongire û bi navê xwe bi xêrhatinek germ li hemû aliyekî dikim û amadebûna we ya di vê rojê da li gel me nîşana giringiya dostayetî û hev xebata me ye ji bo bidestanîna ew armancê hevbeşên ku bi salane me hemûyan komkiriye, ku naveroka wê armancê jî jêbirina zordarî û pejirandina azadî û aştî û bextewerî li navçeya me û seranserê cîhanê bûye.
Îro 13. kongireya Partiya Demokrata Kurdistanê li rewşeke wiha da pêktînin, ku zêdetirê armancên vî partiyî li çarçêweya Kurdistan û Iraqê da qonax bi qonax heta îro hatine holê, ev yek jî nîşaneya rewaya xebata me û bi hêza rewaya gelê meye, ew gelê bi qurbanîdan û fedakariyeke mezin ve piştgiriya şoreş û hêza Pêşmerge bûye û doza rewaya xwe bi îro gihandiye.
Birêzan...
Xuşk û birayên azîz...
Endamên Kongire...
Partî wekî zeruretekî dîrokî li demeke hestiyar da li 16 ê Tebaxa (Ab) 1946 ji bo komkirin û pêşkêşkirina şiyana îradeya gelên Kurdistanê serî hilda, her ji bo wê yekê zêdetirê çîn û tuwêjan li xwe girt û tixûbên cografî û regezî û neteweyî û olî bezand. Bawer û kirdarê Partî ku li ser bingeha tesamewe û dadperweriyê bûye û bi wê jî rewşeke afirandiye, ku hemû neteweyên bi Kurd, Turkman, Kildan, Aşûrî, Ermen û Erebên nîştecihê Kurdistanê û hemû ol û baweriyan ve Partî bi bergirîkarê mafên xwe bizanin û herdem rêzên Partî hêviyek bûye li hemû pêkhatên Kurdistanê, li ser wê yekê jî Partî li dariştina programa xebata xwe rêbazekî rast dîtî peyrew kiriye û bi reçavkirina pêvajoya zatî û babeta xwendina hevkêşeyên siyasiyan, armancên xwe qonax bi qonax li çarçêweya daxwazkirina demokrasiyet û otonomî û federaliyet bo Kurdistanê dariştiye.
Birêzan...
Kongireyên berê yê Partî herdem dûpat kirine ku Kurd, wekî her neteweyekî dinê cîhanê mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe heye û niha jî Partî daxwazkarê mafê diyar kirina çarenivîs û xebata serdemiyane û aştîxwazane ji bo gihiştina bi vê armanca ji bo qonaxa nû bi guncaw dizanê û bi hêviya xwedê mafê çarenivîsê li vê kongireyê da wekî hewênê programa xebata Partî û temamkerê xebata qonaxên berê carekî din dixe ber endamên kongireyê ji bo guftûgo û nirxandina biryarên pêwîst.
Birêzan...
Bi hîmeta hemû aliyek îro me ezmûnek li veguhestina xebata çiya û şoreşgerî bo xebata şaristanî û xizmetguzarî û îdarî heye. Partî li vî warî de jî şanaziya wê yekê dike ku karekterekî serekî bûye li avakirina bingehên îdareyekî xwe cîh û binyatnana dam û dezgehên şaristanî û xizmetguzarî, her li vî warî de jî me bawerî bi wê yekê heye ku divê pêwendiya part û Parleman û Hikûmetê li ser bingeha prensîpên demokrasiyan bê. Nêrîna me eweye ku divê Hikûmet bi ber bi çav girtina berjewendiyê nîştimaniyan amrazî cîh bi cîh kirina siyaset û armancên part an îtîlafa serkeftiyên li hilbijartinê bê, li gel wê yekê jî me baweriyeke tevahî bi pêwîstiya hebûna rikeberiyeke (opozîsyon) çalak heye ji bo çavdêriya desthilat û dewlemend kirina bername û projeyan. Her wiha beşdarî li dariştina siyasetê çarenivîs û stratejiyên Herêm bi mafê hemû pêkhatê siyasî û cemaweriyên
civaka xwe dizanîn.
Diyardeya fireh partî bi diyardeyekî tendirustî û civakeke demokratî dizanîn û li vî warî de rola hemû partiyê siyasiyên li nav Herêma Kurdistanê bi bilind dinirxînîn û wekî herdem bi berdewam hewl didîn bo ku baştirîn û xurttirîn pêwendiya me li gel hemû hêzê siyasiyên nav Herêmê hebê. Li vî çarçêweyê da tekez li ser rêkxistina zêdetirê nav malê Kurd dikîn. Hebûna nêrîn û rayên cûda yên li nav aliyê siyasiyan de asayiye, lê belê di derbarê stratejiyan, em hemû alî pêwîste hev helwest û hevkarbîn û berjewendiya gel û nîştiman li ser hemû cûdahiyên navxweyiyan de deynîn.
Birêzan...
Partî herdem bawerî bi rêzgirtina li rayên cûda hebûye û bawerî ji bo azadî raderbirînê xweşkiriye û li jêr tu zextekî jî li wê bingehê paşve venakêşe, li çarçêweya ber bi çav girtina berjewendiyê nîştimaniyan û rêzgirtina li maf û taybetmendiyê take kesên dinên li civaka me da, baweriya me bi pejirandina bingeha hebûna ra û rayên cûda û azadî raderbirînê heye.
Li ser wê bingehê jî hevkariya hemû dam û dezgehên fermî û rêxistinên civaka medenî dikîn, ji bo zêdetir pejirandina prensîpên jiyana demokratî û medeniyaneya li Herêma Kurdistanê da, her pêwîst bi vê babetê ve tekez li ser pejirandina bingehên parastina mafê mirov li Herêmê da dikîn.
Partî xebat kiriye ji bo parastina kerameta gelên Kurdistanê û nehiştina binpêkirina mafê mirovên Kurd, ji bo wê yekê li hemû kesan zêdetir hest bi girîngiya parastina bingehên mafê mirov dikîn û hemû dam û dezgehên Partî ji berê karîgertir li xizmeta parastina mafê bingehîn û bihayên take kesiya vê Herêmê dibin.
Pirsa jinan jî yek ji pirsê girîngên vî warîne û Partî wekî pêkhatekî serekî û karîgeriya civakê diçe nav jinan û rola jinan li nav şoreş û rêzên rêxistina partî da hîç kêmtir nebûye ji rola zilaman, li rewşa îro da jî rola jin li birêvebirina civaka pêşkeftî da diyar û berçavtire, ji bo wê yekê Partî li çarçêweya bernameyên xwe da hewleke berdewam dide ji bo nehiştina tundutîjî û hemû ew sîtem û cûdahiyên ku dibine asteng li ber berfirehtirbûna rola jinan li civakê de.
Birêzan...
Partî xwedî temenekî dirêj û ezmûneke dewlemende ku pêwendî li gel hatina her nifşan de kiriye, Partî girîngiyê bi sûdwergirtina li hêz û şiyana nifşên nû dizanê û îro li rêzên wê da bi hezaran genc proveya jiyana siyasî û partayetiyê dikin. Baweriya me bi şiyana gencan heye û cîh ji bo hebûna wan hatiye kirin ku heta hevşan û bi hevkariya nifşên xwedî ezmûn û axaftinên berî xwe yê nifşa xebata Partî wekî erkekî berdewam û dîrokî bigrin stuyê xwe.
Partî bi vî awayî bi awayeke sirûştî têkilî li gel nûbûnê dike û ezmûna xebata xwe vediguheze nifşên berî xwe. Pirsa başsaziyê jî pêwîste bi vî babetê ve, Partî bawerî bi nûbûn û başsaziyê heye û bi rast dîtinê armancên li gel asta pêşhatan nû kiriye, wate tu demek proseya başsaziya rastiyane li nav Partî de ranewestaye. Partî li sala 1946 ve armanca rizgariya siyasî û civakiyê ji bo xwe daniye.
Li warê siyasî da heta niha beşekî girîngê armanca siyasî aniye holê û têdikoşe ji bo armanca herî dawiya siyasî, lê belê li warê civakî de hêş jî erkê me yê zêde li pêşe, ji bo bilindkirin û baştirkirina asta jiyana tendirustî û perwerdehî û ronakbîrî û rexsandina derfeta kar ji bo hemûyan, hê jî pêwîste xebat bikîn ji bo nehiştina bêkarî û nexwêndewariyê û hewl bidîn cihên nîştecihên paqij û hêja ji bo her malbatek dabîn bikîn, heta kes ji kareba û avê paqij û jiyana asûde bê beş nebê, heta genc û neviyên paşarojê bi dilniyayî ve jiyana nû ya xwe dabimezrênin, bêguman berdewambûn û pejirandina aştî û asayîş merca serekiya jiyana baştire, divê hemwelatî bi dilniyayî bijîn û kar bikin û mafên wan mîsoger bibin li vî warî de jî meseleya herî girîng jîngeh tê pêş ku her mirovek pêwîstî bi jîngeheke paqij û keska tendirust heye, her ji bo wê yekê divê
girîngiyê bi parastina jîngeha Kurdistanê bidîn û hewl bidîn navçeyên parastiyê sirûştiyên wekî devera Barzan berfirehtir bikîn. Bi awayeke din ve Kurdistan wekî gelek welatên cîhanê rû bi rûyê kêm avî dibê, divê bi lezgînî hewl bidîn samanê avê serzevî û jêrzeviyê biparêzîn.
Birêzan..
Bi şanaziyê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çend salên derbasbûyî de bi taybetî piştî hengavên yekxistina îdareya Herêm li kabîneya pêncem kariye li rûyê aborî û avadaniyê ve hengaveke berbiçav û bi bandor bavêje bi awayeke ku îro Herêma Kurdistanê wekî mînakekî ji bo pêşketina çalak û bingeheke baş ji bo sermayeguzariyê tê dîtin û pêwendiya derveyên Herêmê berfireh bûne û bi dehan konsolgerî û nûnerayetiya siyasî û aboriya welatan li Herêmê hatine vekirin û asoyekî rûn ji bo pêgeha siyasî û aboriya Herêmê tê dîtin.
Niha jî kabîneya şeşema Hikûmet çalakane dirêjiyê bi wan bernameyan dide ku cihê bawerî û hêviya gele, me piştgirî ji bo bername û karê Hikûmeta Herêm li warê binyadnan û xurtkirina bingeha aboriya Herêm û dabînkirina jiyanekî asûde û şayestetir ji bo hemwelatiyên me dûbare dikîn, her li wî warî jî de rola Parlemena Kurdistanê bi hemû pêkhat û lîsteyan ve li çavdêrî û arastekirina karê Hikûmetê li gor yasayên Herêmê bilind dinirxînîn û Parlemena Kurdistanê bi seko û mînbera hemû xelkê Kurdistanê ji bo beşdarî li avakirina jiyana niha û paşaroja wan ya hemû warek dizanîn.
Birêzan...
Pirsa gendelî yek ji wan pirs û kêşeyane ku li vî demî de gelek hatiye rojevê, ev diyarde li nav civaka me de heye û kêm heta gelek li nav zêdeyê li dam û dezgehan da belavbûye, Partî wekî hêzekî hilbijartiyê serekiyê pêkhênerê îdareya Kurdistane, piştî wê bi girtinabera piştgiriya zêdetir ji bo dam û dezgehên pêwendîdar rûbirûyê vê diyardeyê dibe û li navxwe jî da Partî bi tundî rûbirûyê her awayê bi karanîneke kiryara maddî û manewiyên partî dibê. Prensîpê siza û padaşt ji bo lêpirsînê ve li xetabaran û destxweşane li kadîrên mandî û serkeftî dibê bête çalak kirin û bi vî awayî jî rewşek peyda dibe ku gendelî têda nikarê geş bike.
Birêzan...
Gelek ji wan giriftên li nav civaka me da hene nehatine çareser kirin, eger sîstema dadwerî bi hêztir û çalaktir nebê her li vî warî de jî piştgiriya xwe ji bo serbixweyiya desthilata qezayî û çalaktirbûna rola daxwazkarê giştî dûbare dikîn, ji bo wê yekê dîsa radigihînim ku li vî welatî da devê yasa serwer bê û kes li ser rûyê yasa nebê, Partî jî her bi fakterekî karîger dimînê ji bo pejirandina serweriya yasa.
Birêzan...
Partî li nav dilê cemawerê Kurdistanê ve hatiye afirandin û her ji bo xizmeta vî gelê sîtem dîtiyî hatiye damezrandin, ev gel mezintirîn qurbanî daye ji bo berdewamiya şoreş û xebata Partî, ji bo wê yekê jî bi tu awayekî veqetina li navbera cemawer û bingehên partiyan nayê qebûl kirin û berpirsên partî divê nêzîktirîn kes bin li xem û kêşeya xelkên hejar ve û divê gûh li xelk bê girtin û piştgiriya yekema daxwazkariyên wan bîn ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan.
Partî bi deng û piştgiriya vî xelkê hejar ve pişt stûre, ji bo wê yekê dibêjîn: Partî mulkê vî xelkê hejare û li xizmeta wan da dimînê ji bo dabînkirina asûdeyî û şaristaniya ji bo wan, li vî demî de jî xizmeta malbatên serbilindê şehîdan û enfalkiriyan herdem li pêş hemû bername û karên wan dibê û dabînkirina jiyanekî şayeste divê bernameyek bê ku hemû malbata şehîdan bi bê cûdahî bigrê.
Rêz û pêgeha Pêşmerge li vî boneyî da cihê vebîranînêye, herdem me gotiye: ku Pêşmerge mezintirîn û şerefmendanetirîn nave ji bo hemû ewên ku bergirî li maf û daxwaziyên gelê xwe kirine. Erkê Pêşmerge jî li parastina asayîşa nîştimanî û destkeftên gelê wan berdewame û Partî bi hemû şiyanekî piştgiriya hewlên Hikûmeta Herêmê dike ji bo dabînkirina guzeran û pêdiviyên hêza Pêşmerge wekî yek leşkerî ser bi Hikûmeta Herêm û beşek ji sîstema bergiriya Iraqa Federal.
Birêzan...
Li vê sekoyê da tekez li ser ewe dikîn ku Kurd yek parçeye bi ziman û kultûr û hêvî, Kurdê Êzdî, Kurdê Kakeyî, Kurdê Feylî û Kurdê Şebek ji bedena Kurd nayên cûda kirin. Cûdahiya ol û mezheban neteweyek perçe perçe nake, Kurd yek neteweye û bi yek neteweyî dimînê, li ser vê yekê jî Kurdistan wekî herdem malbenda tesamewa neteweyî û olî dimînê û çawa mafê Kurd divê parastî bê, wiha jî divê rêz li maf û taybetmendiyên Turkman, Kildan, Aşûrî, Suryan û Ermen bê girtin, çawa rêz li ola îslama pîroz tê girtin, Mesîhî, Êzdî û ol û baweriyên din jî cihê rêzêne, em hemû pêkve tabloya ciwaniya Kurdistanê pêktînin û em hemû kesukar û piştgirê hevdûne.
Hevalan xuşk û birayên azîz...
Tebayî û yekrêziya gelê me bingeha serkeftina meye, ji bo wê yekê pêşketina wê tebayiyê û xurtkirina pêwendiya li gel hemû aliyê siyasiyên li nav Herêma Kurdistanê erkê niha û paşaroja Partiya me dibê, li vê navêndê jî da berdewamî û xurtkirina pêwendiya stratejiya Partî û Yekîtî wekî zerûretek ji bo qonaxa niha û paşarojê temaşe dikîn û li wê baweriyê dane yekxistina hewl û hêz û şiyana wan du hêzan berhema zêdetirê ji bo gelê me li hegbe da dibê.
Nêrîn û dîtinên me hemûyan ji bo baştirkirin û xurtkirina pêwendiya dostane li gel hemû hêzê siyasiyên Iraqê jî heye û amadene ji bo hevkarî û hemahengî û li hevdû nêzîkbûna zêdetir li gel hemû aliyan û kesên ku baweriya wan bi Iraqa nû û pêkvejiyana birayane û wekheviyê heye, her li vê çarçêweyê jî da ew destpêşxeriya vê dawiyê min xisterû, mebesta min ewe bû ku proseya siyasiya Iraqê ji wê binbestê derkevê û pirek vebê bo ku Iraqiyan ji bêhêviyê û bê baweriyê rizgar bike û hemû aliyek xwe bi wekhev û hevbeş bizanin li avakirina Iraqekî Federala Demokratîk de.
Serkeftina destpêşxeriyê jî serkeftine ji bo hemû Iraq û ji bo me jî şanaziyeke mezine, derxerê wê jî bû ku çareseriya navxweyî ji bo kêşeyên Iraqê karîgertirîn çareserî ne û pêkhatê neteweyî û ayîniyên Iraqê bi rûniştin û guftûgo û bi hevdû têgihiştinê dikarin li ser cûdahiyên xwe de zal bibin. Li vî nêrînî ve li dûvdaçûna qonaxên dinê destpêşxeriyê ji bo pêşxistina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta hevbeşa nîştimanî berdewam dibîn, lê belê tu pêkhat û çareseriyek nabê li ser hesabê rakirina maf û îstîhqaqa neteweyiya me bê, Kurd pêkhatekî serekiyê Iraqe û beşeke ji çareser û daxwaziyên ji bo mafên li çarçêweya Iraqê da ne li ser hesabê tu pêkhateke dine.
Birêzan...
Li piştî rûxana rejîma be'es ve, bi çalakane me beşdarî li proseya siyasiya Iraq û demokratîzekirina Iraqê de kir, yek ji armancên vê proseyê jî destûra Iraqe ku zêdetirê hemwelatiyên Iraqê deng pêdane, ji bo wê yekê me li Iraqê da destûrek heye, ku zamina maf û daxwaziyên hemû gelên Iraqe, her ji bo wê yekê pêwendiyên me li çarçêweya rêzgirtina li naveroka wê destûre û ber çav girtina berjewendiyê bilindên gel û welatê me li gel hemû aliyek rêk dixîn. Li vê destûrê jî da maddeya 140 ew maddeye ku heta radeyekî mezin asewarê sîtema ser Kurd radike û bi cîh girina vê maddeya destûrî baweriya Kurd bi cîhana nav Iraqa nû zêdetir dike.
Dixwazim ji bo hemû aliyek rûn bikim ku eger metirsî li wê yekê de heye ku Kurd hukimraniya takekesî li navçeyên veqetandî de dike, piştî hatina wan ya li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî Kerkûk, em hemû aliyek dilniya dikîn ku em dixwazin Kerkûk bikîn mînakeke pêkvejiyanê û baweriya me bi îdareya hevbeş heye, lê belê em musaweme li ser nasnameya Kerkûkê nakîn.
Damezrandin û pêşkeftina Herêma Kurdistanê bûye mînakek ji bo navçeyên dinê Iraqê, ku rûniştwanê hinek parêzgehan li pêkanîna Herêma xwe bîr dikin, li aliyê me ve wekî jiyan diyar kiriye, sîstema federalî bi wateya belavkirin û pejirandina jiyana demokratiye, ku rûniştvanên Herêmek karubarê xwe li tixûba destûr bi serbestî birêvebibe, em piştgîrî her Herêmekî nû dikîn ku li ser daxwaz û bi dilê rûniştvanên wan bête damezrandin, ji ber ku pejirandina sîstema federalî li Iraqê da zamina demokratî û mafê Kurd û netewe û pêkhatên dine, belku dikarê desthilata herêman berfirehtir bibê, heta jiyana rûniştvanan baştir bikîn û asayîş û aştiyê biparêzîn, eve rêya dirusta mayîna dewleta Iraqa Federaliye.
Birêzan...
Tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bi giştî berev pêşveçûye û dema wê yekê hatiye partî û aliyên hemû perçeyên Kurdistanê kombibin heta li pêvajoya rojhilata navîn û cîhanê bikolin, ku êdî rêbaza siyasiya aşîxwazane bigirne ber li xebat li her welatek li gor hel û merca xwe sûd li azadî û vekirina siyasî û mafê mirov û jiyana Parlemenî û zanist û teknelojiya werbigrin û xwe li gel rewşa pêşketina dinyayê biguncênin, divê partî û aliyên Kurdistanê zêdetir hewl bidin bi aştî û dostayetî û hevkariyê li gel gelên din bijîn, bêguman hevdû qebûlkirin û rêz li hevdû girtina her du aliyan ve, wate Kurd û gelên din merca nûnertiya pêkvejiyana aştiyaneye.
Di derbarê pêwendiya li gel welatên hevsû jî, em li Herêmê da hêvî xwazîn roj bi roj pêwendiyên me li gel hemû aliyek baştir û baştir bê û li wê baweriyê jî dane ku rêzgirtina dû aliyane û girtina çareseriyeke aştiyane û guftûgo û hevdû qebûlkirin kilîla çareseriya hemû pirsên navçeyê ye.
Ji bo me hemûyan hatiye diyarkirin ku zimanê çek û tundutîjiyê tu berhemekî ji bilî meynetî ji bo gelên navçeyê lê neketiye, eger me hêvî ji bo çek jî biribê tenê ji bo bergiriya li maf û kerameta gelê me bûye, bergirîkirin mafekî herdemiya gelan bûye û divê, bi vê yekê rêz bidîn li dadgeha bilinda tawanan ku tawana enfal û bombebarana kîmyayî û kuştina bi koma xelkê Kurdistanî bi jenosayd bi nav kiriye, divê hewlbidîn bi jenosaydnasandina wan tawanên derbarê Kurd li seranserê cîhanê da bipejirînin, li wê baweriyê dayîn kêşeya Kurd li deverê da bi girtina çareseriya aştiyane û pêşketina demokrasiyet bête çareser kirin û li ser vê bingehê jî em amadene hevkariya hemû aliyek bikîn, lê belê bi vê yekê jî dûbare dikîn ku li jêr tu merc û guşarek da rê nadîn carekî din şerê Kurd û Kurd li deverê da rû bide, me ezmûnekî tehl li gel şerê navxweyî û xwekujiyê heye û êdî rê bi dûbarebûnê nadîn,
Li heman demî da hemû şiyanên xwe dixîne holê ji bo jêbirina asewarê vê şerê nexwestê, her ji bo vê yekê jî carekî din daxwaza lêborinê ji kesukarê qurbaniyan û ziyanlêketiyên vê şerê pir êş û azar dikîn û bi hevkariya hemû aliyek hewla sarêjkirina êş û azarên wan didîn, serbilindim û şanazî dikim ku îro şerê birakujiyê me ji holê rakiriye û êdî nabê ew diyarde li nav Kurd dûbare bibê.
Pêwîste li vir da bal bikşînim li ser wê xedir û tedayên bikîn ku ev demeke ji aliyê terorîstan û dijminên gelên Iraqê ve, li birayên mesîhiyên li Bexda û Mûsil tê kirin, em li demek da ku van kirdaran bi tundî îdane dikîn, dilgiranîn ku birayên mesîhiyên me li navxweya Iraqê da koçber bibin, êdî çi bigihe wê yekê ku Iraqê bi cîh bihêlin, Kurdistan welatê wane û hemû şiyanên xwe dixîne holê ji bo alikariya wan, lê belê divê dam û dezgehên serbazî û emniyê Iraqê çalaktir bi erkên xwe rabin û jêderên wan êrîşan ji holê rakin, rêya pêwîst ji bo parastina hemû hemwelatiyan bigirin ber û heta wê demê ku pirs li seranserê Iraqê dixulqê, em li Kurdistanê amadene pêşwaziya wan azîzan bikîn û bi cîh hiştina Iraq û çûna ji bo derveyê welat bi çareserî nazanîn, ji ber ku mebesta terorîstan jî her eweye ku ew pêkhatê kevinê Iraqê berbelav bikin, Kurdistan mal û hêvîgeheke arama hemû pêkhatên Iraqe, lê belê hêvîxwazîn her çi zûtir bi hevkariya hemû aliyek asayîş û aramiyê ji bo seranserî Iraqê bigirê û hemû gelên Iraqê li wê meynetiyan rizgar bibê.
Birêzan...
Ku behsa rewşa aramiya Herêmê tê kirin, nabê rola dezgehên emniyên Herêmê bête ji bîr kirin, ew dezgehên ku bi qurbanîdan û fedakariyê ve rûbirûyê plana berdewamiyên terorîstan û dijminan dibin û li vê navçeyê pir kêşeye, Herêma Kurdistanê kirine giraveke aram. Destxweşî û spasiyên xwe pêşkêşî wan hemû azîzan dikîn ku li wê dam û dezgehan da xizmetê dikin û hêvî dixwazîn ku bi yekxistin û pêşxistin û bihêzkirina wan dezgehan ji berê çalaktir bibe ku wê erkê pîroz da berdewam û serkeftîtir bibin û spasiyên bêpayan ji bo hemû xelkê Kurdistanê ku birastî piştgirbûne ji bo van dezgehan.
Birêzan...
Cihê xwe ye ku bîranîna li şehîdên xwe yên serkirde bikîn, heta kongireya 12 emîn hejmareke zêdeyê ji endamên serkirdayetiya Partî û kadîrên pêşkeftî jiyana xwe bi navê gel û welat bextkirin û piştî kongireya 12 jî polek serkirdeyên lêhatiyê Partî bi destê reşê terorê hatin şehîd kirin, şehîd: Samî Ebdulrehman, Franso Herîrî, Şewket Şêx Yezdîn û Mamosta Se'ed Ebdulla û hemû şehîdên yekê şubat û teror û teqîna li hemû navçeyên dinê Iraqê, gelek ji berpirsê bilindên Partî bi xwîna xwe selmandin ku serkirdayetiya Partî li xebat û qurbaniyê da li sengerê pêşve da bune û ji ber ku ew şehîd ji ber postên xwe bûne xwe bi Pêşmerge zanîne û herdem amadeyê jiyan bextkirina bi navê gel û welat da bûne, li vê yekê bîr bînin û serê rêz û newazê jî ji bo wan nizm dikîn.
Birêzan...
Bi hêviya xwedê û piştgiriya bi hêza îradeya gelê me çavên me ji bo niha û paşaroja me rûne û ew programa Partî ya li vê kongireyê da dike karnameya xwe, li xizmeta berjewendiya bilinda gel û welatê me daye û ji bo wê yekê diruşma kongireya me bi navê pejirandina aştî û azadî û bexteweriyê da Nûbûn û Dadperwerî û Pêkvejiyane.
Carekî din spas û her serketî bin...