• Friday, 29 November 2024
logo

Xêro Ebas: Kurd di hundirê dewletê de dewlet in

Gulan Media December 12, 2010 Nûçe
Xêro Ebas: Kurd di hundirê dewletê de dewlet in
Xêro Ebas sitranbêjê kurd yê navdar ku tevlî konferansa çand, huner û wêjeya kurdî bû, diyar kir ku dewlet jî nikarin konferansek weha mezin sazbikin û kurdan nîşan daye ku di hundirê dewletê de dewletek in.

Xêro Ebas di axaftinekê de ji (Ajansa Kurdistan News)ê re got ku ew heta niha tevlî gelek konferansan bûye lê konferansek evqas mezin û dewlemend nedîtiye.

Ebas herweha got: “Di bîr û baweriyên min de, dewletek nikare konferanseke wiha çêbike. Ji min re wisa tê xuyakirin ku em dewletek in di hundirê dewletekê de. Ji hemû parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya, Kafkasya, ji dinyayê kes hatine vir û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Ev serhildaneke mezin e ji bo me. Armanc û manşeta vê konferansê azadî ye. Hêvîdar im hemû hunermend hemû astengî, pirsgirêkên xwe vekirî bêjin.”
Top