• Friday, 29 November 2024
logo

Navê “Tunceli” bi piraniya dengan bû Dêrsîm

Gulan Media December 12, 2010 Nûçe
Navê “Tunceli” bi piraniya dengan bû Dêrsîm
Civata Giştî ya Bajarê Tûnceliyê di civîna xwe ya asayî de pêşnûmeya ku bo navê “Tunceli” bibe Dêrsim bi piraniya dengan erê kir.

Serdar Erdogan Serokê Civata Giştî ya Bajêr got: “Rayeya Civata Giştî ya Bajêr nîn e ku biryarên wisa ên ku navê bajaran biguhere, lê belê me xwest bibe mînakek” .

Civata Giştî ya Bajêr bi Îmzeya 6 endamên BDP’î, 5 CHP’î, 3 endamên Partiya EMEK’ê ya hevkar a li bin biryara ku navê bajêr bibe Dêrsim hate dengdan, Pêşnûme ji aliyê 3 endamên AKPî ve nehate Îmzekirin, Di encamê de biryar bi dengên endamên BDP’ê, CHP’ê û Partiya EMEK’ê hat pesendkirin.

Biryar bi 14 dengên erê û 3 dengên bêbiryar ên AKP’ê hat pesendkirin ku navê bajêr bibe Dêrsîm. (ANF)
Top