• Friday, 29 November 2024
logo

Çelebî: Kongira Opozisyona Iraqê li Viyenayê, mafê çarenivîsa gelê kurd hatiye pesendkirin

Gulan Media December 12, 2010 Nûçe
Çelebî: Kongira Opozisyona Iraqê li Viyenayê, mafê çarenivîsa gelê kurd hatiye pesendkirin
Ehmed Çelebî serokê kongira niştimanî ya Iraqê ragehand: kongira opozisyona Iraqê ya ku sala 1992ê li Viyena paytexta Nemsa hatî sazkirin, mafê çarenivîsa gelê kurd pesend kiriye.

Çelebî herweha ron jî kir ku daxwaza Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê mafê çarenivîsê bo gelê kurd di çarçovê sinûrê Iraqê de ne tiştekê nû ye û opozisyon di kongira Viyena li sala 1992ê pesend kiriye û ev mafe di perlemana Kurdistanê de jî hatiye pesend kirin.

Cihê gotinê ye ku duhî Serok Barzanî di destpêka vekirina kongira 13ê ya PDKê de ragehand ku pirsa mafê çarenivîsa gelê kurd wê di kongira PDKê de bê rojevê û wê biryar li ser bê dan.
Serok Barzanî herweha got; kongirên berê tekez li wê çendê dikir ku gelê kurd xudan mafê çarenivîsê ye û di vê kongirê de jî partî wê mafê çarenivîsa gelê kurd bike hevêna kongir û karê xwe.
Top