Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kongira 13'ê ya PDK'ê destpêkir
Bi amadebûna Celal Talebanî serokê Iraqa federal û Nûrî Malkî serok wezîrê Iraqa federal Berhem Ehmed Salih serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Eyad Elawî û balyoz û nûnerên hejmareka zor a welat û partan li seranserê cîhanê, kongira 13'ê ya Parta Demokrata Kurdistanê (PDK)ê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê destpêkir.
Kongira 13'ê ya PDK'ê li jêr diroşma ''Nûbûn, Dadperwerî û Pêkvejiyanê'' û piştî derbazbûna 11 salan bi ser girêdana kongira 12'ê, tê sazkirin.
Win dikarin bi rengekê zindî karûbarên kongirê li ser malpera (www.kdp.info) bibînin.