Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Ji bo / Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Silav û rêz
Li 58. salvegera damezrandina Yekîtiya têkoşera we, germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyê li we û yek bi yek li hemû endam û malbatên serbilindê şehîdan dikim, ku herdem li nav tevgera rizgarîxwaza gelê me û têkoşîna rêkxistîniyê da rolekî çalak û pir bexş jî dîtiye û bûye xwendingehe ji bo pêgihandina sedan jinên bi kiryara her du meydana xebata çekdarî û cemawerî û neku tenê wekî bav û hevjîn û kur û birayên xwe beşdarî li xebata rizgarîxwaza gelê xwe kirine, belku li nav mafê rewayên gelê xwe de jî amade jî bûne û an biçine ser peta sêdarê ku şehîd Leyla Qasim mînakeke herî diyarê wê xwe bext kirinê bû.
Îro jinên Kurdistanê mafê xwe heye roleke berçavtir hebê li desthilatên cûda cûda de, ji bo wê yekê erkê Yekîtiya Afretên Kurdistanê û rêkxistinê dinên jinan eweye ku dakokî li mafê jinan û hilqulandina uze(enerji) û kirdarên xwe veşartî bikin û wan kiryarên xwe pêş bixin li rêya sazdana konferansa taybet bi wî warî û Hikûmeta Herêmê jî bi hemû kiryarek ve divê piştgiriya van nêrînan bike û hemû hevkarî û hemahengiyek jî bike bo ku li xêra wê zêdetir wekhevî û dadperwerî û rexsandina hela kar û baştirkirina rewşa aboriyan li pêşkeftinê da bin û karê ciddî jî encam bide li bi navê kêmkirina zêdetirê wan tundutîjiyên ku li beramberî wan da tê kirin ku berev jiyanekî asûde û wekheviyê pê binin.
Dûbare pîrozbahiyê li vê salvegera we ya bi rûmet dikim û her serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/12/2010