WikiLeaks: Li Erebistana Siûdî di ahengên taybet de vexwerin, madên bêhoşker û sêkis tê encamdan
Di biroskeyeke kunsilxana Emrîka li meha Novembera sala 2009ê de hatiye ku ahengên serxweşî, madên bêhoşker û sêksî li pişt deriyên girtî li welatê Siûdiyayê tên sazkirin û polîsên olî jî xwe jê dûr dixin çûnkî kesek ji binemala paşayê wî welatî serpereştiya van cure ahengan dike.
Di raporta navborî de herweha hatiye: li bajarê Cede ya Erebistana Siûdî ya ku dikeve ser deriyayê sor di ahenga Ciwanan (Helwîn) 150 kes amadebûn û hinek ji wan karmendên kunsilxana Emrîka bûn û jiyê wan navbera 20 ta 30 salî bûn.
Rapor herweha amaje dike ku ev aheng rengê yanên şeva dida û tijî madên bêhoşker û vexwerin bû û di ber amêra DJ re dans dikirin û hemû yan jî cilên xwepêçandin û veşartinê li xwe kiribûn.
Li gor kunsilxaneyê ahengên bajarê Cedayê ku keçên leşfiroş jî tê de amadedibin di van heyamên dawî di civaka Siûdiyayê de bûye diyardeyek berbelav.
Di raportê de hûrbînên pirtir jî hatye ku buhayê botilek ''vodikaya Smîrnov'' nêzîkî 400 dolar e û sazkerê ahengê neçar dibe carek din perdaxan ji vexwereka navxweyî dagre ku vexwereka xumalî bi hêz e û bi rengekê veşartî tê dirustkirin.