Li Hewlêrê biryara danîna ensklopediya kurdî, ferhengek netewî û pirtûkxaneyekê hat dan
Serokê hikûmeta herêma Kurdsistanê tekez li ser serbixweyîya warê akademîk, zimnnasî û lêkolînên zanistî kir û daxwaz ji endamên civata akademiya Kurdistanê kir ku di vî warî de rola xwe bilêzin û kar ji bo geşepêdana zimanê kurdî û ji bo xweşkirina rêyê bo zimanekê sitandardê kurdî bikin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna tev serok û endamên civata akademiya Kurdistanê, biryar da ku ensklopediya kurdî, ferhengeke netewî û pirtûkxaneyekê amade bikin û daxwaz ji şanda akademiya Kurdistanê kir ku ji bo pêkanîna van biryaran pirojeyekê amade bikin.