• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hewlêrê biryara danîna ensklopediya kurdî, ferhengek netewî û pirtûkxaneyekê hat dan

Gulan Media December 9, 2010 Nûçe
Li Hewlêrê biryara danîna ensklopediya kurdî, ferhengek netewî û pirtûkxaneyekê hat dan
Duhî li bajarê Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li serok û endamên civata akademiya Kurdistanê kir û di civînekê de geşepêdana astê rewşenbîriyê, lêkolînên zanistî û çawaniya yek kirina alfebaya kurdî hat gotûbêjkirin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdsistanê tekez li ser serbixweyîya warê akademîk, zimnnasî û lêkolînên zanistî kir û daxwaz ji endamên civata akademiya Kurdistanê kir ku di vî warî de rola xwe bilêzin û kar ji bo geşepêdana zimanê kurdî û ji bo xweşkirina rêyê bo zimanekê sitandardê kurdî bikin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna tev serok û endamên civata akademiya Kurdistanê, biryar da ku ensklopediya kurdî, ferhengeke netewî û pirtûkxaneyekê amade bikin û daxwaz ji şanda akademiya Kurdistanê kir ku ji bo pêkanîna van biryaran pirojeyekê amade bikin.
Top