Bi amadebûna Dilawer Elaedîn wezîrê xwandina bilind û vekolînên zanistî, Sefîn Dizeî wezîrê perwerdeyê, Yasîn Abobekir wezîrê karebê, Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmareke perlementar û berpirsên hikûmî, kevirê bingehîn bo avahiya zanîngeha Îşik li Hewlêrê hat danan.
Zanîngeha Îşik ji kolêjên nojdariya dirana, endazyarî, rêvebirin, abûrî, perwerde, yasa û çand beşên din pêk tê û dê ji aliyê kompaniya Fezale ya turkî ve were avakirin.