AK Partî bi şandeyeke bilind beşdarî kongreya PDKê dibe
Li gor zanyariyên ku AKnewsê ji Navenda Giştî ya AK Partiyê bi dest xistine, birêveberiya partiyê pêşwazî li daweta PDK`ê kir.
AK Partî dê cîgerê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulkadîr Aksû û Berpirsê Têkiliyên Derve yê AK Partiyê Omer Çelîk bişîne kongreya PDK`ê.
Aksû û Çelîk dê bi armanca beşdarîkirina kogreya PDKê, li 10ê vê mehê werin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.(AKnews)