Piştî hêrişa dêra Seyide Necat 160 xêzanên Mesîhî hatine Hewlêrê
Li gor malpera Peyamner, Fehmî Metî Solaqa rêveberê bajaroka Eynkawa ji wan re xuya kirî ye ku pirtir ji 500 xêzanên Mesîhî piştî hêrişa ser dêra ku 54 mesîhî têde hatine kuştin, hatine herêma Kurdistanê û ji wan jî 160 xêzan hatine bajaroka Eynkawa ya bi bajarê Hewlêrê ve.
Solaqa herweha got ku piraniya ew xêzanên hatine Eynkawa yan xanî ji xwe re bi kirê girtine yan jî li cem kes û xizmên xwe ne.
Biryare Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîtek taybet bo awareyên mesîhî yên ji ber terorê hatine û tên herêma Kurdistanê çêke daku kêşa xwendekar û fermanberên awareyên navbirî bê çareserkirin.