• Friday, 29 November 2024
logo

Di mihekê de 1000 kurd li Sûriye hatin girtin

Gulan Media November 29, 2010 Nûçe
Di mihekê de 1000 kurd li Sûriye hatin girtin
Li gor dezgehên ragehandinê yên welatê turkiye, di mihekê de bi guneha yarmetî dana PKK'ê, 1000 welatiyên kurd li welatê Sûriya hatine girtin.

Berpirsên welatê Sûriyayê derbarê vê nûçeyê çi daxuyanî belav nekirin, lê ev hewlên welatê Sûriya bû nehêlana çalakî û çavkaniyên aborî yên Partiya Karkerên Kurdistanê piştî wê demê tê ku çendîn kombûn navbera herdu welatên Sûriya û Turkiya bi merema dijrawestana PKK'ê hatin sazkirin, rêkeftinek derbarê avakirina civata stratejî bû hevkarî kirin li dijî PKK'ê hat danan.

Derbarê nûçeya girtina endam û alîgirên PKK'ê, Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCKê Rojhwelat bo rojnama Rûdawê xuyakir û got: ‘’Belavbûna îdîaya girtina endamên PKKê li Sûriyê ne rast e. Tenê propagandeya hikûmeta Sûriye û Tirkiyê ye. Mebesta wan jî tirsandina gelê Kurd e.’’

Rojwelat wiha axifî: ‘’Rejîma Tirkiye û Sûriyê bi navê gerîllayên PKKê bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurd destgîr dikin û îşkencê didin wan. Ev tevgera wan herdû welatan jî dijî rewişta mafên mirov e.’’
Top