Di mihekê de 1000 kurd li Sûriye hatin girtin
Berpirsên welatê Sûriyayê derbarê vê nûçeyê çi daxuyanî belav nekirin, lê ev hewlên welatê Sûriya bû nehêlana çalakî û çavkaniyên aborî yên Partiya Karkerên Kurdistanê piştî wê demê tê ku çendîn kombûn navbera herdu welatên Sûriya û Turkiya bi merema dijrawestana PKK'ê hatin sazkirin, rêkeftinek derbarê avakirina civata stratejî bû hevkarî kirin li dijî PKK'ê hat danan.
Derbarê nûçeya girtina endam û alîgirên PKK'ê, Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCKê Rojhwelat bo rojnama Rûdawê xuyakir û got: ‘’Belavbûna îdîaya girtina endamên PKKê li Sûriyê ne rast e. Tenê propagandeya hikûmeta Sûriye û Tirkiyê ye. Mebesta wan jî tirsandina gelê Kurd e.’’
Rojwelat wiha axifî: ‘’Rejîma Tirkiye û Sûriyê bi navê gerîllayên PKKê bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurd destgîr dikin û îşkencê didin wan. Ev tevgera wan herdû welatan jî dijî rewişta mafên mirov e.’’