TRT 6 peyvên kurdî yên "Roj TV" bi kartîne qedexe kirin
Elçî dide znîn ku wê li wir nûçe dixwendin û eger dom bikira wê derketa li himberê kamerayan nûçe pêşkêş bikirana. Elçî wiha dom dike: “Girîngiya min hebû. Piraniya hevalên li wir bi min dişêwriyan. Heta carinan min alîkariya wergerên nûçeyan jî dikir, lê belê ji ber ku ev nûçe ji aliyê şefê nûçeyan ve dihatin kontrolkirin ku kurdiya wî pir qels bû, li min nexweş dihat.”
Elçî derbarê derketina pirsgirêkan de jî axivî û got di destpêkê de tu pirsgirêk derneketine. “Ji ber ku li ser hinek xal me li hev kiribû û bi rastî jî bo demekî li ser wê yekê dilsoziya xwe parastin. Lê belê pişt re pirsgirêkên me dest pê kirin. Pirsgirêk qedexekirin û bilêvkirina hinek peyvan bû. Bi hinceta ku di kurdî de nîn in an jî nayên bikaranîn û Roj Tv yê afirandine hinek peyv qedexe kiribûn.”
Peyvên ku hatibûn qedexekirin:
"Aram, arîşe, artêş, asayî, asteng, belavok, bûyer, çalakî, dadgeh, damezrandin, darayî, derhenêr, dîmen, dîrok, dozger, ewleyî, ewlekarî, erdnîgarî, êrîş, fermî, gerdûn, girîng, helwest, hîndekar, komar, kovar, maf, merc, mijar, nakokî, navnetewî, netewe, nexşe, nijad, niqaş, nûçe, nûjen, parêzger, pejirandin, perwerde, pîşesazi, pêşkeş, pêvajo, pêwîst, pirtûk, pispor, bizîşk, raman, raya gel, rexne, rêxistin, rizgarî, şano, şaredarî, şîrove, tawanbarî, taybetî, têkoşîn, tenduristî, têkili, wêje, qedexe, zaningeh, zanyarî û hwd. (avesta kurd)