• Friday, 29 November 2024
logo

Selam Elzobe`î: “Be`sî planan datînin û dixwazin rewşa bajarê kerkûkê tevlîhev bikin”

Gulan Media November 28, 2010 Nûçe
Selam Elzobe`î: “Be`sî planan datînin û dixwazin rewşa bajarê kerkûkê tevlîhev bikin”
Selam Elzobe`î emîndarê giştî yê Bizava Kurên Rafîdênê ku serkirdekê firakisyona Eliraqiy ye jî got gerek kurd hemû bi hemû karînên xwe hewil bidin ku kerkûkê bi parêzin, ev jî ji ber Be`siyan xwe ji bo karên çepel û pîs amade kirine.


Selam Elzobe`î ji malpera Elsomerriye News re da xuyakirin, ku di nav Firakisyona Elîraqiy de du alî hene yek ji wan dixwaze şer di navbera Kurd û Ereb an de çêbibe û aliyê din jî dixwaze, ku şer di navbera Iraqê û Îranê de çê bibe.

Elzobe`î herweha got, ku pir endamên Eliraqî ye hemû tiştan ji xwe tenê re dixwazin û ji bo parastina berjewendiyên xwe yên kesî peywendiyê bi Şeytan re jî dikin û gelek ji wan jî Be`sî ne û karê xerab jî dikin.

Elzobe`î bangek arastey kurdan kir û got ku ew daxwaze kurd agehdar bin û hemû kartên xwe ji bo parastina bajarê kerkûkê bi kar bînin ji ber ku Be`sî planan datînin û dixwazin rewşa bajarê kerkûkê tevlîhev bikin.
Top