Selam Elzobe`î: “Be`sî planan datînin û dixwazin rewşa bajarê kerkûkê tevlîhev bikin”
Selam Elzobe`î ji malpera Elsomerriye News re da xuyakirin, ku di nav Firakisyona Elîraqiy de du alî hene yek ji wan dixwaze şer di navbera Kurd û Ereb an de çêbibe û aliyê din jî dixwaze, ku şer di navbera Iraqê û Îranê de çê bibe.
Elzobe`î herweha got, ku pir endamên Eliraqî ye hemû tiştan ji xwe tenê re dixwazin û ji bo parastina berjewendiyên xwe yên kesî peywendiyê bi Şeytan re jî dikin û gelek ji wan jî Be`sî ne û karê xerab jî dikin.
Elzobe`î bangek arastey kurdan kir û got ku ew daxwaze kurd agehdar bin û hemû kartên xwe ji bo parastina bajarê kerkûkê bi kar bînin ji ber ku Be`sî planan datînin û dixwazin rewşa bajarê kerkûkê tevlîhev bikin.