Selah Berwarî nivîskar û rojnamevanê kurd çû ber dilovaniya xwedê
Selah Berwarî ji navçeya Berwarî ya bi ser parêzgeha Duhokê ve ye, di jiyana xwe ya wêjeyî de xwedanê çendîn pirtûk û berhemane û çendîn babetên giring jî wergêrandine, di sala 1980’ê ta 82’ê rêvebirê beşa erebî a radyoya dengê Kurdistana Iraqê bû, û Ji sala 84’ê ta 91’ê sernivîserê rojnama Gel bû û di sala 1993’ê de berpirsê ragihandina YNK’ê yê li paytexta Sûriyê bû.