Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewleta Brîtaniya yê Karûbarê Rojhilata Navîn kir
Di hevdîtinê da, Wezîrê Dewleta Britanya yê Karubarê Rojhilata Navîn xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku ev hevdîtina wî ya li gel Serok Barzanî şerefekî mezine û şad dibe bo ku vê peyama Hikûmeta Britanya bi cenabê wî radigihînê bi bilindkirina asta nivîsîngeha welatê Britanya li Herêma Kurdistanê ji bo Konsolxaneyekî Giştî û silavên birêz Jhon Macer Serokê berê yê Encumena Wezîrên Britanya bi Serok Barzanî gihand û hez û daxwaza birêz jî ragihand bi serdana Herêma Kurdistanê û ragihand ku birêz Macer pêzanînekî mezin heye ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û ji nêzîk ve jî agahdarî rewşa pêşketiya Herêma Kurdistane.
Her wiha Wezîrê Dewleta Britanî yê Karubarê Rojhilata Navîn pîrozbahiya Hikûmeta Britanya ji bo serketina destpêşxeriya ku bûye sedema derketina Iraqê ji wê qeyrana siyasiya ku heşt meh bû tûş bibû bi Serok Barzanî gihand.
Serok Barzanî spasî Hikûmeta Britanya kir ji bo wê biryara ku daye bi bilind kirina asta nivîsîngeheke li Herêma Kurdistanê ji bo Konsolxaneyekî Giştî bi nûçeyekî dilxweşker wesif kir û daxwaz jî kir ku silav û rêzên cenabê wî bigihîne birêz Jhon Macer û ragihand ku helwestên wî dostê gelê Kurdistanê qet nayê ji bîr kirin û gelê Kurdistanê xwe bi qerzdarê wî birêzî dizanê ku li demên teng de û nexweşiyan da alîkar û piştgîr bûye û gelê Kurdistanî li meynetiyekî mezin rizgar kiriye.
Gengeşekirina çawayiya pêkanîna Hikûmetê piştî encamdana hilbijartina Serokê Encumena Wezîran û Serok Komar û raspardina birêz Nurî Malîkî bi pêkanîna Hikûmet û hêz û girîngiya Encumena Nîştimanî ji bo siyaseta bilind ku wiha biryare bi yasayek bête pêkanîn û her wiha rewşa Krîstiyanên li Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsa Kerkûk û navçeyê veqetandiyên dinê li Herêma Kurdistanê û çawayiya çareserkirina wan û rewşa jin li Herêma Kurdistanê çend mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Di derbarê rewşa Krîstiyanan, Wezîrê Dewleta Britanî yê Karubarê Rojhilata Navîn spasî Serok Barzanî kir li hember wê siyaseta ku beramber bi Krîstiyanan peyrew dike û ragihand ku ew siyaset cihê rêz û pêzanîna Hikûmeta Britanya ye û dilxweşin jî bi pêkanîna wê lîjneya bilinda ku bi fermana cenabê Serok hatiye pêkanîn ku bi mebesta pêşwazîkirina wan malbatê Krîstiyanan ku têne Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî ragihand ku ez li gel wê yekê me ku Krîstiyanên li Iraq derbikevin ji ber ku ew rewş her wiha berdewam nabê, em hemû kiryarên xwe dixîne holê ji bo hewandina wan û pêwîste hem Hikûmeta Iraqa Federal û hem jî civaka navdewletî li vî warî de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî li rûyê darayiyê ve.
Di derbarê rewşa jinan jî Serok Barzanî ragihand ku ew amarên di derbarê kuştina jinan ve hatiye belav kirin gelek hatiye zêde kirin û Hikûmeta Herêmê hengavekî mezin avêtiye ji bo kêmkirina wê diyardeyê û serkeftinê jî bi dest aniye, me pê nexweşe yek jin jî bête kuştin, lê belê civak heta niha bi çend nerît û diyardeya civakî ve girêdayiye ku ji holê rakirina wan pêwîstî bi demê ve heye.
Di dawiya hevdîtinê de, pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Britanya û çawayiya pêşxistina wê pêwendiye û rola kompanyayên wî welatî li proseya veberhênan û avadankirina Herêmê li hemû waran da hatin axaftin.