Bi fermana serok Barzanî komîteyek bo pêşwazîkirina mesîhîyan hat pêkanîn
Kerîm Şingalî wezîrê navxoya hikûmeta herêma Kurdistanê serokatiya wê komîteyê dike ku nûnerên serokatiya herêma Kurdistanê, wezîrê veguhestin û gihandin têda endam in, herwesa nûnerên wezaretan xwendina bilind û lêkolînên zanistî, wezareta perwerdeyê, fermangeha pêwendiyên derve, waliyên Hewlêr, Silêmanî û Dihok jî nûnerê xwe di vê lîjneyê da hebin.
Herwiha serokê komîteyê ku wezîrê navxoya herêma Kurdistane, dikare li gor pêwîst nûneriya dêr û rêxistinên mesîhiyan di vê komîteyê de zêde bike.