Mala Kurd li Nemsa hat damezrandin
Bi mebesta aktîfkirina ruhê birayetiyê di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li welatên Ewrûpa û bi taybetî li Nemsa, jimareke ciwanên Kurdên Sûriyê Mala Kurd li bajarê Kärnten li Nemsa dirust kirin.
Ciwanekî bi navê Ekrem li ser navê Komîteya Birêvebir di konferansa damezrandina Mala Kurd li Kärnten de axifî û daxwaz kir Kurd li Nemsa yekîtiyeke bihêz di navbera xwe de dirust bikin û soz da peywendiyên dostane û bihêz di navbera Mala Kurd û dezgeh û partiyên Nemsa de bên avakirin.
Pişt re, hilbijartin hatin kirin û komîteyeke rêvebir bo rêvebirina karûbarên komelê hat hilbijartin. Rojnama Rûdaw