• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Barzanî li gel Civata Wezîran Civiya

Gulan Media November 24, 2010 Nûçe
Serokê Barzanî li gel Civata Wezîran Civiya
Duhî sêşem rêkeftî 23/11/2010 ê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Civata Wezîran û Azad Berwarî Cîgirê Serokê Civata Wezîran û Wezîrên dinên birêz civiya.

Di civînê de, sererayî bi xêrhatina amadebûyan û cejna qurbana pîroz li hevdû pîroz kirin û Serok Barzanî behsa proseya destnîşankirina her sê Serokayetiya Iraqî ji bo wan ronahî kir û ragihand ku Iraq tûşî qeyranekî sext bibû ku encama wê diyar nebû, hinek alî wiha hizir dikirin ku Herêm tu pêwendiyekî bi vê qeyranê ve tûne ji bo wê yekê bi wan baş bû ku Herêm jê dûre perêz bê, Ev nêrîn şaş bû, ji ber ku rewşa Herêmê bi rewşa giştiya Iraqê ve girêdayiye û rewşa her du yan kartêkirinê li ser ya din dike, çawa ku em dixwazin Kurdistanê berev pêş bibin pêwîste Iraq jî bi heman awayî berev pêş bibin. Daxwaz ji me hate kirin ku rolekî berbiçav li çareserkirina wê qeyranê de bibînin û em jî wê nêrîna ku rewşa Herêmê û Iraqê bi giştî bi hev ve hatiye girêdan me destpêşxeriyek kir û li nêrîna wê destpêşxeriyê da çend kombûnekî berayî li Bexda hate girêdan û li encama wê kombûnê ku hatim agahdar kirin min dî xalên hevbeş yên di navbera aliyên siyasiyên Iraqê de pirin. Wate bi berevajiya wê li medyayan da dihate axaftin. Ji bo wê yekê vê çendê wiha li min kir hemû aliyan dawetî Hewlêrê bikim ku birastî rojekî gelek girîng bû ji bo Kurdistanê û ew girîngî jî li wê yekê da bû ku yekem car bû ew alî pêk ve rûdinin û hewla çareserkirina wan gîr û giriftan bidin ku li kombûnan de bi helawestî mabûn û êdî piştî wê jî çûme Bexda û dirêjî bi kombûnan hate dayîn ku li encamê da me karî komek rêkkeftin encam bidîn û destnîşana her sê Serokayetiya Iraqê bikîn.

Serok Barzanî tîşk jî xiste ser kombûna roja 11ê tişrîna duyema Parlemen û çawayiya hilbijartina Serok Civatê Nûneran û Serok Komar û çawayiya pêdagîriya Kurd li ser wergirtina posta Serok Komar û bi destxistina daxwazan û wê rojê bi serkeftinekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê danî û ji aliyê tevahiya gelên Iraqê û ji aliyê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û welatên Ewropa û Erebî û hevsû bi pêşwaziyeke germ lê hate kirin.

Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Civata Wezîran di derbarê vê serkeftinê ronahî kir bi hukma wê yekê ku li nav rewşê da bû ragihand ku ewê rûda gûhertineke mezin bû li hêza Kurd ya li hevpirsgirêka Iraq û navçeyê û navdewletî da û balkişand li ser wê yekê jî ku propagandeyeke mezin hebû ku qaşo Kurd wê pêgeya xwe ya berê nemaye, lê belê li ser wê nêrîn û wan hewlên ku hate dayîn pirsgirêkê kurên proseya siyasiya Iraqê li ser destê Serok Barzanî hate kirin û birastî nûneriya îdareyekî wan hevpirsan kir û karî bi serkeftî dawiyê bi qeyranê bîne û li vî warî de ji bo wê serkeftinê destxweşiyê li Serok Barzanî kir û ragihand ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi Serok Barzanî dike û hêvî xwest ku wê pêgeya Kurd li Iraqa nû da heye berdewam bibê û li beşa duyema proseyê jî ku pêkanîna Hikûmeta Kurd gelek bi hurî ve biçê nav wê beşê ve.

Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku qonaxa nû li ruyê girîngiyê ve ne kemtire li qonaxa derbasbûyî û hêvî xwest ku bi yekrêziya gelê Kurdistanê ve dikarin destkefteke zêdetir ji bo gelê Kurdistanê dabîn bikin û hêza me jî li vê yekrêziyê de çavkanî digre.

Di mijareke dinê vê civînê de tîşk xistin li ser çend meseleyek ku yek ji wan rewşa wan xuşk û birayê mesîhiyên ku têne Kurdistanê û li vî warî de Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîşan da li asta wê tundutîjiya ku beramber bi xuşk û birayê mesîhiyan li cihên dinê Iraqê tê kirin û ragihand ku Herêma Kurdistanê dergeheke vekiriye ji bo wan xuşk û birayan û Hikûmeta Herêmê jî divê li amadehiyeke baş da bê û daxwaz li wan aliyan jî kir ku ewên li gel wan xuşk û birayê mesîhiyane hevsozin bêne pêş û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û ji bo vê mebestê jî biryar dan ku lîjneyekî bilind bête pêkanîn bi Serokayetiya Wezîrê Navxo û endamiya çend wezîrek û nûnerên aliyê pêwendîdaran.

Sebaret bi rewşa Kurdistanê jî, Serok Barzanî ronahî kir ku roj bi roj mala Kurd û Kurdistanê rêktir dibê û birayetî û yekrêzî kûrtir dibê, ji bo wê yekê pêwîste dam û dezgehên Herêmê bê kirin bi damezrayî, ku eve jî wiha pêwîst dike ku xwe ji her nêrîneke hizbî dûr bixîn, bi hizbayetî Hikûmet birêve naçê, rêza min ji bo xebata hemû aliyek heye ku wan hemû destkeftan lê ketiye, lê belê îro pêwîste Partî û Yekîtî bibin dû hizbê medenî, me ji bo wê yekê vê rewşê dirust kir bo ku Wezîr bibê bi Wezîr û dema biryar jî dide divê hemû aliyek girêdayî wê biryarê bibê, her Wezîrek li erkê xwe da alîgîriya aliyên xwe bike bila ji niha ve dev ji posta xwe berde nexwe ev yek nayê qebul kirin.

Hikûmet Hikûmeta Kurdistane neku Partî û Yekîtî û her çi hêzê Pêşmerge jî divê bixin bin desthilata Wezîrê Pêşmerge.

Di mijareke dinê civînê de Serok Barzanî behsa wê kereste û daw û dermanan kir ku dema wê bi serçuye dişînin Herêma Kurdistanê û daxwaz ji Wezîrên birêz kir ku li ser belav kirina wê serpêçiyê navê wan kes û aliyan jî bête belavkirin ku keresteyê bi vî awayî tînin, ev mesele pêwendî bi jiyana xelk ve heye, nabê jiyana xelkê bikin qurbana qazanca hejmarek bazirganan.

Di dawiya mijarê de tîşk xistin li ser sê babetan:

1- Ew amarên ku li vê dawiyê da li ser pirsa diyardeya kuştina namusparêziyê hatiye belav kirin ku qaşo li dema 16 salên derbasbûyî de zêdetirê 12 hezar jinên Kurd hatiye kûştin û li vî warî de Wezîrê Navxo vê amarê bi derew derxist.

2- Serjimêriya çaverêkiriya Iraqê û pêşketina dawiya encamdana wê proseyê û li vî warî de jî tekîd li ser encamdana wê proseyê kir û berpirsiyariya vê sedemê paş xistinê jî xistiye li ser Wezîrê Plandanana Hikûmeta Federal.

3- Keresteya bînasazî û ziyan negihandin bi jîngehê û li vî warî de her yek ji Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Tendirustî çend ronahî kirinek xiste rû.
Top