• Friday, 29 November 2024
logo

Elaq: Li gor destûrê Iraqê çêdibe Ala Kurdistanê li her cihekî li Iraqê bê hildan

Gulan Media November 23, 2010 Nûçe
Elaq: Li gor destûrê Iraqê çêdibe Ala Kurdistanê li her cihekî li Iraqê bê hildan
Elî Elaq Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê got çêdibe Ala Kurdistanê li her cihekî li Iraqê bê bilind kirin.

Elî Elaq taybet ji AKnews'ê re got: ''Alaya Kurdistanê alayeke fermî ye û li hemû Iraqê hatiye nasîn.” Û amaje kir ku Danasîna wê li gor destûrê ye, lewra çêdibe li her cihekî li Iraqê bê hildan.”

El-Elaq xuya jî kir, “Biryara Civata Parêzgeha Besrayê bi ladana Ala Kurdistanê, ne derbirîna helwêsta Tevahiya Dewleta Yasayê ye. Ew birayareka navxweyî ye tenê girêdayî parêzgeha Besrayê ye”.

Hêjayî gotinê ye ku berî du rojan, Komîta Biratiya Kurdî-Besrayî li kolanên bajarê Besrayê hezar Alayên Kurdistanê bilind kirin, ew jî weko spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser destpêşxeriya wî di çareserkirina aloziya pêkanîna Hikûmeta Iraqê de, civata Parêzgeha Besrayê jî Alayên Kurdistanê berhev kirin û ragehand ku, nabe ji alaya welat pê ve çi ala bên bilind kirin.

Her derbarê vê babetê Îro li bajarê Duhokê Gropa Ala Kurdistanê bi amadebûna hejimareka rojnamevan û saziyên NGO’ê civînek li darxist û li ser vê helwestê guftûgo hatin kirin.

Palewan Heyder Şêx Memî berpirsê giştî yê Gropa Ala Kurdistanê got: “Ev çend care li hemberê Ala Kurdistanê bêrêzî têne kirin û ev bêrêziyane ne tenê li Iraqê tên kirin li derveyî Iraqê jî tên kirin û ji ber vê yekê em civiyane daku bikarin beyannameyekê derxin bo wan dezgehên ku Alên Kurdistanê belav kirine û paşî jî anîne xwarê.”

Şêx Memî herweha da zanîn ku pêwîste ev beyannameya nerazîbûna gropa Ala Kurdistanê bo Celal Talebanî serok komar û Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û wan parlamentarên Kurd yên ku di parlamentoya Iraqê de ne bê şandin.”
Top