• Friday, 29 November 2024
logo

Keçeka 11 salî li Zaxoyê winda bûye

Gulan Media November 23, 2010 Nûçe
Keçeka 11 salî li Zaxoyê winda bûye
Ji roja sêya cejna qurbanê ve keçeka 11 salî bi navê Avan Elî Xalid li bajarê Zaxoyê winda bûye.
Derbarê vê bûyerê de bavê Avanê, Elî Xalid da zanîn ku keça wî tevî du xwîşkên xwe ji mal derketibûn derve û çûbûn nav parkeka zarokan ku nêzî mala wan ya li taxa Newrozê ye û ji ber ku ew mijûlî pêkanîna merasîma cejnê bûn, agahiya wan lê nebûye, piştî ku keça wan êvarê venegeriya mal, yekser serî li saziyên peywendîdar dan.
Mihemed Hisên Mihemed rêveberê polîsê Zaxo jî derbarê vê bûyerê ragihand, piştî ku hatine agahdarkirin yekser wan hewlda ku vê bûyerê ron bikin, lê ta niha tu zanyariyek nehatiye destê wan.
Hisên Mihemed ragihand jî ku wê malbatê tu arîşe yan kêşeyek bi tu kesan re tuneye.
Top