Berhem Salih pêşwazî li şandeke aşûrî-kildanî-siryaniyên Emrîkayê kir.
Di civînekê de rewşa mesîhiyên Îraq û Kurdistanê û ew gefên terorîst li hevwelatiyên mesîhî dikin hat kirin. Di vê çarçoveyê de, Berhem Salih serokû hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku herêma Kurdistanê hurmetê ji hebûna gelek ol û netweyan re digire û hikûmeta herêma Kurdistanê ev helwestê xwe bi kiryar îspat kiriye.
Salih got: Hikûmeta herêma Kurdistanê hertim bi çavê hevwelatiyên rasteqîne miamile digel mesîhiyên herêma Kurdistanê kiriye û gelek ji hevwelatiyên mesîhî di saziyên hikûmetê de kar dikin.
Serokê hikûmetê hemû ew kiryarên terorîstiyên li Bexda û deverên din yên Îraqê li dijî mesîhiyan tê kirin ku bûye sedemê şahîd û birîndara gelek hevwelatiyên sivîl û gelakan milk û malîê xwe bi cî hêlaye, şermezar kirin.
Ji aliyê xwe ve şandeya aşûrî-kildanî-siyanîyên Amerîkayê, ji bo wê miamileya başa li hember mesîhiyan tê kirin, sipasiya helwestên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku cîyê dilxweşiyê ye ku mesîhî liherêma Kurdistanê di rewşeke aram, azad û dûr ji şidet û gefên terorîstan dijîn.
Şandye mêvan got ku gelek hevwelatiyên mesîhî ji tirsa şidet û terorê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine û herêma Kurdistanê jî hemû deriyên xwe jê wan reve vekirine, ”Ev helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê cîyê teqdîrê ye.”