Gul: Ez bi gotinên Talebanî heyirîm
Gul ku, ji ber Lûtkeya NATOyê çûbû Portekîzê, di vegera Tirkiyeyê de pirsên Milliyetê bersivandin û got: “Barack Obama serokê Emrîka, ji ber helwêstên Tirkiyê yên derbarê Iraqê bi taybet spas kir”.
Gul, derbarî gotinên Talebanî ya “Tirkiye li Iraqê şaş lîst û biser neket” û gotina ku Tirkiya li dijî wî bû ku ew bibe serok komar, got: “Li Iraqê bo damezrandina hikûmetê û hilbijartina serok komarê, helwêsta Tirkiyê pir erênî bû” û weha berdewamî da axaftina xwe:
“Ya rastî ez ji daxuyaniya Talebanî heyirî mam. Bi mebesta cejnê em bi telefonê axivîn. Tu gazincên xwe ji min re negotin. Axaftineke pir baş bû. Em ne li dijî serok komartiya wî bûn. Min di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî de paragrafek bo vê mijarê veqetandibû. Li wê derê min got, ‘erk dikeve ser milên hemû cîranên Iraqê.’ Min got, ‘Em ji desthilatbûna wan re rêzdar in û kî dixwazin dê bibijêrin.” Min gotinek jî neyînî negot. Çima gihîştiye encameke wiha tênegihîştim. Daxuyaniyekê ecêb bû.” (AKnews)